Birêvebirê Hêzên Ewlehiya Navxwe yê Hisîçayê çû Serê Kaniyê

Birêvebirê Hêzên Ewlehiya Navxwe yê Hisîçayê çû Serê Kaniyê

.

A+A-

Birêvebirê Hêzên Ewlehiya Navxwe yê Sûriyeyê yê Hisîçayê Merwan Elî bi armanca başkirina rewşa ewlehiyê serdana bajarê Serê Kaniyê kir.

Birêvebirê Hêzên Ewlehiya Navxwe yê Sûriyeyê yê Hisîçayê Merwan Elî bi gelek otomobîl û amûrên hêzên ewlehiyê gihişt Serê Kaniyê.

Li gorî zanyariyan, armanca sereke ya vê ziayretê başkirina rewşa ewlehiyê ya li bajêr e.

Ev pêngav wekî amadekariyekê tê dîtin ji bo radestkirina kel û pelan ji yekîneyên asayîşê yên li navçeyê re.

Tê armanckirin ku bi vê gavê amadebaşî were xurtkirin û asta xizmetguzariyên ewlehiyê were başkirin.

Vegera koçberan

Doh jî Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed bi Komîteya Koçberên Serê Kaniyê re civiyabû û wan bi hev re behsa vegera koçberan kiribû.

Her di vê hefteyê de Alîkarê Fermandarê Ewlehiya Navxwe yê parêzgeha Hisîçayê (Hesekê) Mehmûd Xelîl Elî ku wekî "Siyamend Efrîn" tê naskirin jî bi heman komîteyê re civiyabû.

Di wê civînê de hatibû eşkerekirin ku dê di demeke nêzîk de karwanekî koçberên Serê Kaniyê vegere cih û warên xwe.

Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin