Bi mûşek û dronan êrişî Kampa Azadiya hat kirin

Bi mûşek û dronan êrişî Kampa Azadiya hat kirin

.

A+A-

Bi dron û mûşekan êrişî Kampa Azadiyê ya li navçeya Koyeyê ya parêzgeha Hewlêrê hat kirin.

Çavkaniyeke agahdar a ji herêmê ji Rûdawê re got, "Êriş bi rêya çend dron û mûşekan pêk hatiye."

Êriş îro Înê nêzîkî saet 15:15an çêbû.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, Kampa Azadiyê ya ku malbat û kesûkarên pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) lê dimînin, bi 4 mûşek û 2 dronan hatiye armanckirin.

Dronek ket xwarê

Her îro careke din navçeya Koyeyê hatibû armanckirin.

Qaymeqamê Koyeyê Tariq Heyderî ji Rûdawê re got, "Îro saet 09:00ê sibehê dronek li nêzîkî Dêgelayê ket xwarê."

Ev ne cara yekem e ku ev kamp dibe armanc.

Piştî şerê Amerîka û Îsraîlê yê li hemberî Îranê, heman kamp çend carên din jî hatiye bombebarankirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin