
BEXDA - Heyeteke Kampa Mexmûrê 15 roj in desteserkirî ye
.
Heyeteke Kampa Mexmûrê 15 roj in li Bexdayê desteserkirî ye û biryar hatiye dayîn ku îro ji bo daxwaza berdana wan û li dijî astengiya çûn û hatinê ya şêniyên kampê ya ji aliyê Hikûmeta Îraqê ve dê xwenîşandanek were kirin.
Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, 13ê mehê, heyeteke 5 kesî ya ku ji endamên Encûmena Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya li Mexmûrê pêk tê ji bo civînekê çû Wezareta Dadê ya Îraqê.
Heyet roja piştî wê dema ku vedigeriya li Bexdayê hat desteserkirin.
Berpirsekî Kampa Mexmûrê îro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:
“Heyet li dijî wê dorpêça ku Hikûmeta Îraqê daniye li gel Wezareta Dadê civiyabû.”
Li gorî berpirsên Kampê ji 10ê Nîsanê ve HHHHikûmeta Îraqê ew dorpêç kirine û rê li ber çûn û hatina kesî venake, ne karkerek dikare here ser karê xwe û ne jî nexweşek dikare biçe nexweşxaneyê.
Kampa Mexmûrê yê şêniyên wê dibêjin Kampa Şehîd Rustem Cûdî sala 1998an li quntara çiyayê Qereçoxê ya li rojhilatê navçeya Mexmûrê ji bo penaberên Kurd ên ji Bakurê Kurdistanê hatiye avakirin û 10 hezar kes lê dijîn.
Bi hinceta ku cihê PKKyê ye, Tirkiye gelek caran bembebaran kiriye.
Li gorî berpirsên Kampê, 2 sal in nasnameya wan a penaberiyê bi ser çûye û ji aliyê berpirsên Îraqê ve rê nehatiye dayîn ku nû bikin.
Her wiha li cihên pişkinînan dibêjin nasnameya wan bi ser çûye û rê li ber çûn û hatina wan digirin.
Li gorî berpirsên Kampê, pirsgirêkeke wan ew e ku Hikûmeta Îraqê asteng dike xwendekarên wan li zanîngehên Îraqê bixwînin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin