Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe

Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe

.

A+A-

Siyasetmedara Kurd a Partiya Keskan a Almanyayê Bêrîvan Aymaza ku niha li Almanyayê Alîkara Serokê Parlamentoya North Rhine-Westphaliauyê ye, dixwaze bibe seroka Şaredariya Bajarê Mezin a Kolnê.

Bêrîvan Aymaz bi salan e di nava siyaseta Almanyayê de çalak e û di temamê civîn û çalakiyên xwe de balê dikişîne ser mafên Kurdan û Diyasporaya Kurdan a li Almanyayê.

Bêrîvan Aymaz xelka Çewlîga Bakurê Kurdistanê ye û dixwaze bibe şaredara bajarekî wekî Kolnê ku gelek Kurd jî li wî bajarî dijîn.

Siyasetmedara ku bajarê Kolnê wekî "paytexta keşûhewayê ya Ewropayê" dibîne, bangî ciwanên Kurd kir ku beşdarî jiyana siyasî bibin.

Bêrîvan Aymaz di hevpeyvîneke berfireh de ji Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê hem çîroka xwe ya şexsî parve kir hem jî behsa vîzyona xwe ya siyasî kir.

Naveroka hevpeyvînê wiha ye:

Rûdaw: Kêfxweş im ku di vê hevpeyvîna taybet de li gel we me. Di vê hevpeyvînê de me mêvandariya kesayetiyeke siyasî ya diyar a Kurd kiriye ku karnameya wê tije şanazî ye. Xatûn Bêrîvan Aymaz, heşt salan endama Parlamentoya Herêma Nordrhein-Westfalenê bûye û sê sal in jî Alîkara Serokê Parlamentoya heman herêmê ye. Niha jî namzed e ji bo posta şaredariya bajarê Kolnê ku çaremîn bajarê herî mezin ê Almanyayê ye. Xatûn Bêrîvan, ez gelek kêfxweş im ku tu li gel me yî, gelek spas ji bo vê hevpeyvînê.

Bêrivan Aymaz: Gelek Supas

Rûdaw: Yekem pirsa min ku ez hez dikim bizanim ev e, te çawa wêrekî kir ku wê biryarê bidî û xwe ji bo posta şaredariya bajarê mezin ê wekî Kolnê bikî berbijêr?

Bêrivan Aymaz: Wekî tu dizanî, Ala Xan, ez ji 8 saliya xwe li Kolnê û ez bi dil û can Kolnî me. Ez ji dil sipasiya vî bajarî dikim. Vî bajarî gelek alîkariya min û malbata min kiriye. Dema li sala 1980ê ji nîşkê ve em bê perspektîv û bê welat bûyîn, vî bajarî welatek û alîkarî da min û malbata min û xwedî civakeke gelek çalak bû.

Sendîkaya Kirêkaran bi tundî palpiştiya bavê min dikir ê ku di wextê xwe de mamosta bû. Wan dizanî ew ji ber sedemên siyasî hatiye tepeserkirin. Û ew ji statuyeke dîplomasî ji bo statuya bi kaxezan (penaberiyê) hat guhertin. Li vir, li Kolnê her di sala 80an de civakeke mezin a Kurdî û grupeke koçberan a bipêşketî hebûn. Ew gelek hevxem bûn li gel hevdu.

Berî 2 salan, dema Komîsyona Vedîtinê ya Partiya li keseke digeriyan ya dikare berhingariyên bajareke xwedî milyon mirovan derbas bike û nûneratiya bajarê milyon kesan bike. Piştî demeke dirêj û kûr a Komisyona Vedîtinê bi yek dengî ez pêşniyar kirim. Wê pirs ji min kir, ez demekê kurt fikirîm û piştre min got “Ez dê ji dil berpirsiyaretiyê ji bo vî bajarê delal wergirim”.

Rûdaw: Baş e, tu çima ew qasî piştrast î ku tu bijardeya herî baş î ji bo vî postî?

Bêrivan Aymaz: Em dibînin ku cîhan di demeke dijwar de ye. Gelek pêvçûn û şer, taybet li Rojhilata Naverast û li Kurdistanê jî ku gelek Kurd li wir dijîn. Em dibînin ku otokratî jî zêde dibin, eger em lê binêrin ka çawa zilhêzeke wekî ya Trump hikumraniyê dike û tevgera Trump li her derê zal e. Em dibînin ku popolîzm gihîştiye li Almanyayê jî. Civak ji hev vediqetin.

Li vir ku mirov bi hevre dijîn, ev tişte bi berçav e. Koln bajarekê hevgirtî û vekirî ye. Bajarekê nêvdewletî ye, zû helwesta xwe diyar dike û li dijî tundiya rastgiran û nijadperestiyê dengê xwe bilind dike.

Lê ev helwestên ku demokrasî misoger kiriye. Ji bo min siyaseta dadmendiya civakî girîng e, di demekê de ku pereyên şarevaniyan kêm in, li Kolnê jî perepêdaneke kêm heye.

Siyasetekê bikin ku giringiyê bi projeyên prestîje nede, belku li pêdiviyên xelkê dinêre, dadmendiya civakî û siyaseteke bi demdirêj dike, ya dadmendiya Keşû hewayê dixe jêr fokusê.

Siyasetekê bikin ya ku daxwazin mirovên cuda dibîne û hestek ji bo civaka bajarî hebe. Min ev tişte hemû hene. Her wiha di rêbertiya siyasî de ez xwedî tecrubeyeke domdirêj im. Tu dizanî, çend sal in ez endama parlamentoya herêmî me.

Cara dawî ez di bazineya xwe de yekser hatim hilbijartin, wekî endam parlamentoua herêmî ji b o Partiya Keskan. Ez her wiha Alîkara Seroka Parlamantoya Herêmî ya NRWyê me. Ev tecrubeya siyasî ji bo rêbertiya bajarekê milyonî pêwîst e.

Her wiha pêwîstî bi helwesteke zelal heye xelkê nêzîkî hev bike. Wek Alîkara Seroka Parlamentoyê, min mirov jî gihandine hev.

Rûdaw: Ez dixwazim bizanim, ka ew ezmûna te dê çi qas alîkar be ji bo ku tu xwe ji posta şaredariyê re amade bikî? Te niha amaje bi çend xalan kir.

Bêrivan Aymaz: Eger mirov siyasetmedareke wekî min be, mirov xwe berhev nake, mirov li gor rûdan û bipêşçûnan tev digere. Amadekariya herî baş ji bo siyasetmedaran ya ku bavê min jî ez fêr kirim ku divê mirov wêrek û vekirî be û rêyên nû derbas bike. Her wiha mirov xwedî kompaseke baş û helwest be.

Rûdaw: Gelekî baş e, hûn dibêjin divê mirov xwedî nêrîneke vekirî be. Baş e, ji bo paşerojê çi projeyên we yên stratejîk ji bo Kolnê hene? Ji bo vê jî pêwîst e mirov wêrek be.

Bêrîvan Aymaz: Gelek mesele hene lê ya herî girîng kêmasiya bûdceya şaredariyê ye. Ev rewş, wekî gelek bajarên din ên Almanyayê, ji bo Kolnê jî pirsgirêkeke cidî ye. Ji ber vê yekê, şert e ku mirov projeyên herî bibandor hilbijêre û li gorî paşerojê planan bike.

 Ji bo min mijara herî sereke peydakirina xaniyên bi bihayê guncav e. Gelek kes nikarin xaniyan peyda bikin û neçar dimînin ku dev ji bajêr berdin. Bi taybetî xwendekarên ku li zanîngehên Kolnê qeyda xwe çêdikin, ji ber ku xaniyan nabînin nikarin li vir bixwînin. Ji ber vê yekê, planeke min heye ku dê hilberîna xaniyên bi kirê û bi bihayê guncav teşwîq bike.

Pêwîst e em siyaseteke civakî bişopînin. Ev yek bi hevkariyên ku girîngiyê didin berjewendiya civakî û berjewendiya giştî pêkan e. Wekî modela Viyanayê, wan ev yek sed sal berê pêk anî. Em jî dikarin bi awayekî şênber û şefaf vê yekê bi cih bînin. Projeyên xaniyan ji bo xwendekaran dê bibin pêşîntiya me.

Mijara duyem a girîng veguhastin e. Dema ku em rûbirûyê guherîna keşûhewayê dibin, şert e ku em veguhastina giştî bi pêş bixin. Eger otobus û tramvay bi awayekî durist nexebitin, veguherîna ku em dixwazin pêk nayê. Ji ber vê yekê, pir girîng e ku sîstema veguhastinê di dema xwe de û bi ewle be. Pêwîst e taxên derdorê bi navenda bajêr ve werin girêdan û ciwan û malbatên xwedî zarok karibin bi ewlehî bisîkletan bi kar bînin.

Rûdaw: Baş e. Koln bajarekî kesk e. Gelo hûn plan dikin ku wê hê kesktir bikin?

Bêrîvan Aymaz: Partiya me, deh salên dawî berpirsiyara siyaseta Kolnê ye. Di hilbijartinên berê de koma herî xurt a şaredariyê em bûn. Vîzyona min ew e ku Koln bibe paytexta keşûhewayê ya Ewropayê. Ji bo vê armancê, divê em di çarçoveya Armancên Keşûhewa û Hewayê yên 2035an de bi biryardarî bixebitin.

Ango, divê di projeyên avakirinê de pîvanên keşûhewayê esas werin girtin. Wekî ku em dibînin, guherîna keşûhewayê bandorê li sîstema avê jî dike. Wekî mînak, îsal li Ewropayê û bi taybetî li Kolnê meha adarê ya herî germ a dîrokê hat jiyîn. Ji ber germa zêde, qadên wisa çêbûn ku mirov nikarin lê rûnin. Ez dixwazim ku salê 2000 darên nû li navenda bajêr werin çandin.

Rûdaw: Xatûn Bêrîvan, tu Kurd î. Dema min cara yekem tu nas kirî, ango berî 13 salan, Kurdiya te zêde ne baş bû. Lê niha tu gelekî baş diaxivî. Bi rastî te ez şaş kirim. Ev çawa çêbû? Tu çawa hîn bûyî?

Bêrîvan Aymaz: Ez di nav jîngeheke ku Kurdî lê dihat axaftin mezin nebûm. Ez li Çewlîga Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûme. Di şeş saliya xwe de ez hatim Almanyayê. Min zû dest bi dibistanê kir.

Min li dibistanê bi Almanî diaxivî, li malê jî bi Tirkî û Kurdî. Lê zaravayê min Zazakî/Kirmanckî) ye, zaravayekî ku zêde ne belavbûyî ye. Piştre, dema ez di nav civaka Kurd a li Almanyayê de xebitîm, têkiliya min zêdetir bi zaravayên Kurmancî û Soranî re çêbû.

Di destpêkê de zehmet bû lê ji bo min girîng bû. Min xwest ez baş fêrî Kurdî bibim. Ez ji zimanê Kurdî û hemû zaravayên wê hez dikim.

Her wiha, divê ez bi eşkereyî bibêjim, di dema pandemiyê de min li malê gelekî li muzîka Kurdî guhdarî kir. Muzîka Kurdî kêfxweşiyeke mezin dide min. Wê demê ez bêtir fêrî peyvên Kurdî bûm û karîbûm baştir biaxivim.

Rûdaw: Na, bi rastî Kurdiya te gelekî baş e.

Bêrîvan Aymaz: Gelekî spas dikim...

Rûdaw: Te behsa muzîka Kurdî kir. Niha kampanyaya hilbijartinê demeke dijwar e. Dema tu dixwazî bi tenê bimînî yan li xwe guhdarî bikî, tu li muzîka Kurdî guhdarî dikî? Tu li kîjan cureyên muzîkê guhdarî dikî?

Bêrîvan Aymaz: Belê, rast e ez ji muzîka Kurdî gelekî kêfxweş dibim û tim guhdarî dikim. Dema ku ez li ser platformên medyaya civakî hunermendên Kurd ên ciwan, cihêreng û afirîner dibînim, ez pir kêfxweş dibim.

Hinekan Hîp-Hopa Kurdî çêdikin, hinekan jî muzîka klasîk a Kurdî yan jî dengbêjiyê bi şêwazên nû şîrove dikin. Dema ku ez diwestim yan jî li ser rê me, ez bi taybetî hez dikim li muzîka Kurdî guhdarî bikim.

Ez guhokên xwe dixim guhê xwe û guh didim muzîkê. Gelek muzîkjenên ciwan favoriyên min in. Ez ji vir silavan ji Ciwan Haco re jî dişînim, ew ne tenê hevalê ciwaniya min e, di heman demê de hunermendekî mezin e û ez îro jî hîn li wî guhdarî dikim.

Rûdaw: Em jî silavên xwe jê re dişînin, ez jî pir ji dengê wî hez dikim. Bêrîvan, wekî ku tu dizanî, li Almanyayê hejmara Kurdan gelekî zêde ye. Sazî û komeleyên wan hene, bi taybetî li Kolnê gelekî çalak in. Ew ji bo te dikarin çi bikin?

Bêrîvan Aymaz: Ji bo min, ji wê yekê zêdetir ku ew ji bo min çi dikarin bikin, girîng e ku ew di siyasetê de çalak bin. Girîng e ku ew hay ji tiştên ku li vir diqewimin hebin, wekî mînak gelo kolanek tê çêkirin, rêyeke nû ya bisîkletan, rawestgeheke otobusê yan jî parkeke zarokan vedibe.

Girîng e ku ew bala xwe bidin van mijaran û beşdarî pêvajoyên beşdariyê bibin ku ev pêvajo li Kolnê bi rastî jî hene, ev pir bi qîmet e.

Di 14ê Îlonê de hilbijartin hene û li Kolnê mafê 800 hezar kesî heye ku dengê xwe bidin. Ez bang li wan dikim ku biçin ser sindoqan. Di çîroka gelek ji wan de paşerojeke ku Kurdî tê axaftin û çîrokeke koçberiyê heye.

Ez bi taybetî dixwazim ciwanên Kurd ên 16 û 17 salî biçin ser sindoqan û cara yekem mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin. Eger bi saya dengên wan, cara yekem di dîroka Almanyayê de siyasetmedareke ji Partiya Keskan bibe şaredara bajarekî milyonekî û ev kes li Kurdistanê ji dayîk bûbe, ez dê ji vê yekê kêfxweşiyeke mezin hîs bikim.

Rûdaw: Ev dê ji bo me hemûyan bi rastî jî cihê kêfxweşiyê be, em serkeftinê ji te re dixwazin. Em bibêjin tu bûyî şaredara bajarekî pirçandî wekî Kolnê. Tu dê çawa beşdarbûna mirovên ji etnîkên cuda di nav çanda Almanî de zêdetir bikî?

Bêrîvan Aymaz: Ev bi rastî li Kolnê jixwe pêvajoyeke ku bi serê xwe dimeşe ye. Li hinek taxan jiyana koçberan pir berbiçav e, wekî mînak li cihên wekî Mulheim, Kalk an jî Keupstrabe. Piştî êrişa NSUyê, xelkê Keupstrabe festîvaleke bîranînê ya çandî, çalakiyeke bi temaya "bi hev re" organîze kir.

Ev festîval her sal tê lidarxistin û ji bo ku êriş neyê jibîrkirin wekî festîvaleke çandî peyama “em hemû bi hev re dijîn” dide. Hêza Kolnê di pêkhateya wê ya civaka sivîl a hişyar de veşartî ye. Û girîng e ku ev bajar ji aliyê jinekê ve were birêvebirin.

Dema ku zarokek li dibistaneke welatekî din dest pê dike û zimanê wî welatî nizane, hem zehmetiyên ku dijî dibîne û hem jî derfetên ku koçberî bi xwe re tîne dibîne. Ez dixwazim van tiştan nîşanî mirovan bidim û peyama “ev yek pêkan e” bidim.

Serkeftinên bi vî rengî hêviyê didin me. Bê guman, di mijara tekoşîna li dijî nijadperestiyê de jî ez dê helwesteke tund nîşan bidim. Ez dê bixebitim ku Koln wekî herêmeke dûrî nijadperestiyê û cihêkariyê bimîne.

Rûdaw: Ev jî min dibe pirseke din, nijadperestî. Di roja me de dijberiya li hemberî koçber û penaberan her ku diçe zêde dibe. Tu plan dikî ku di vî warî de têkoşîneke çawa bimeşînî?

Bêrîvan Aymaz: Berpirsiyariya saziyên ewlehiyê ew e ku rêxistinên rastgirên tundrew di bin çavdêriyê de bigirin û bi berdewamî li dijî wan lêpirsînan bimeşînin. Di heman demê de, ez qedexekirina Partiya AFDyê (rastgiriya tundrew) diparêzim.

Divê rê neyê dayîn ku neyarên demokrasiyê derfetên demokrasiyê ji bo armancên xwe bi kar bînin û li dijî pêkhateya propagandayê bikin. Ji aliyê din ve, pêdiviya me bi qadên hevdîtinê yên li ser bingeha diyalogê heye ku mirovên ji paşerojên cuda li hev kom bibin, çîrokên hev nas bikin û beşdarî civakê bibin. Têkiliyên bi vî rengî polarîzasyonê kêm dikin. Divê em li dijî nijadperestî û cihêkariyê helwesteke hevpar a bajêr pêş bixin. Lê şert e ku em vê cihêrengiyê di nav xebatkarên şaredariyê de jî nîşan bidin. Di vî warî de veguherîna pêkhateyên şaredariyê jî girîng e.

Rûdaw: Bêrîvan, wekî ku te jî diyar kir, Koln bajarekî pirçandî ye û ji bo çalakiyên Kurdan bûye navendeke girîng. Di Cejna Newrozê ya îsal de, li Kolnê zêdetirî 60 hezar Kurd li hev kom bûn û bi awayekî aştiyane pîrozbahî kir. Li gorî te, Kurd çawa dikarin bi awayekî aktîftir beşdarî bpêşketina civakî û bajarî ya Kolnê bibin? Di heman demê de, hûn çawa dikarin beşdariya hunerî û çandî ya civaka Kurd bi awayekî armancdartir piştgirî bikin û bidin xuyakirin?

Bêrîvan Aymaz: Tiştê ku herî zêde bandor li min kir ew bû ku Kurd ji welatên cuda hatibûn û li vir li hev kom bûbûn. Ev nîşana civakeke bihêz û baş rêxistinkirî ye. Di pîrozbahiyên Newrozê de bi rastî 10 hezar kes dihatin payîn lê 60 hezar kes hatin.

Ev jî nîşan dide ku Kurd Kolnê wekî mala xwe hîs dikin, ev rewş min pir serbilind dike. Ez dixwazim ku mirovên ji Ukrayna, Kurdistanê yan jî welatên din tên, Kolnê wekî mala xwe bibînin û li vir karibin çalakiyên xwe yên çandî bi azadî pêk bînin.

Ev yek ji armancên min ên Şaredariya Kolnê ye: Afirandina qadên ku mirovên xwedî çîrokên jiyanê yên cuda karibin xwe îfade bikin. Ez dixwazim ku cihêrengiya çandî bête xuyakirin û hê bêtir were pêşxistin.

Rûdaw: Tu ji malbateke Kurd tê û bi koka xwe ne Alman î. Wekî jinek, wekî Kurdek, tu bûyî berbijêra şaredariyê. Ev ji bo te hesteke çawa ye? Dema ku li hinek cihan ji bo Kurdekî bibe şaredar gelekî zehmet e, te ev çawa bi ser xist?

Bêrîvan Aymaz: Belê, ez wekî keça malbateke ku di peywireke dîplomatîk de bû hatim Almanyayê. Berî derbeya leşkerî, diviyabû bavê min bihata vexwendin lê wî da ber çavê xwe ku nasnameya xwe winda bike û em bûn malbateke sirgûnkirî. Lê demokrasî ev e.

Demokrasî derfetan pêşkêşî mirovên ku xwedî mafên parastî ne dike. Ev demokrasiya me ye. Ew dihêle ku mirov ne li gorî koka xwe ya etnîkî lê li gorî keda û jêhatîbûna xwe werin nirxandin. Û ev yek imkanê dide ku jinek û penabereke Kurd karibe bibe berbijêra rêveberiya bajarekî milyonekî.

Ez qîmeta vê demokrasiyê baş dizanim û difikirim ku divê ev qîmet were parastin. Ji ber ku li Almanyayê jî êriş li ser vê demokrasiyê çêdibin.

Rûdaw: Ji ber vê jî çûna ser sindoqan gelekî girîng e. Pirseke min a din jî derbarê zimanê Kurdî ye. Kurd bi awayekî yasayî li gelek herêmên Almanyayê xwedî mafê perwerdeya bi Kurdî ne. Tu dikarî çi bikî ji bo ku Kurdî bibe zimanê perwerdeyê yan jî hînkirina wê hêsantir bibe? Bi taybetî, tu dikarî di warê piştgirîkirina perwerdeya Kurdî ya wekî zimanê zikmakî de çawa bibî alîkar?

Bêrîvan Aymaz: Cihgirtina Kurdî wekî dersekê li dibistanan bi polîtîkayên perwerdeyê yên herêmî ve girêdayî ye, ne di bin desthilata şaredariyan de ye. Lê belê, peydakirina cihan berpirsiyariya şaredariyan e. Ez dizanim ku pir caran cihên têr nînin.

Ji ber vê yekê ez dipirsim: Çima piştî saetên dibistanê û di dawiya hefteyan de ev cih neyên bikaranîn? Çima dibistan ji bo çalakiyên çandî û civakî bi awayekî bibandortir neyên bikaranîn?

Wekî mînak, ji bo ciwanên ku piştî dersê li hewşa dibistanê dilîzin yan jî ji bo ku êvaran bi dersên takekesî an koman perwerdeya Kurdî were dayîn. Divê deriyên dibistanên bajarê me ji bo armancên bi vî rengî vekirî bin.

Rûdaw: Bêrîvan, ez dixwazim pirseke taybet û dawî ji te bikim. Bavê te yê rehmetî heta sala 1977an li Tirkiyeyê şaredarî kir. Gelo paşeroja wî ya siyasî bandor li ser te kir? Eger ew îro sax bûya û bidîta ku tu bûyî namzeda şaredariyê, li gorî te dê çi ji te re bigota?

Bêrîvan Aymaz: Bavê min yek ji şaredarên herî ciwan ên dîroka Tirkiyeyê bû. Kesekî xwedî karaktereke bihêz, bi prensîb û durist bû. Wî bi taybetî ez  bi prensîbên pir bi qîmet mezin kir. Bi saya van prensîban, bikaranîna dengê min û beşdarbûna siyasetê ji bo min watedar bû.

Wî li gel diya min her tim piştgirî dida min. Me salek berê bavê xwe winda kir. Wî gelekî girîngî dida siyaseta herêmî, ji ber ku li gorî wî têkiliya herî nêzîk a bi gel re li wir çêdibe. Wî her tim digot ku siyaseta rastîn bi hebûna di nav gel de û bi duristmayînê pêkan e. Ez dixwazim van qîmetên ku wî ji min re hiştine bijîm.

Ez bawer im ku îro li min temaşe dike û bi min serbilind e. Hiskirina serbilindiya wî min gelekî kêfxweş dike. Û îro ez ligel hevalên xwe yên partiyê li kolanên Kolnê digerim, afîşên xwe belav dikim û ji bo vê kampanyaya ku dê bikeve dîrokê kedê didim:

Cara yekem jineke koçber, cara yekem siyasetmedareke ji Partiya Keskan dibe berbijêra şaredariya bajarekî milyonekî. Ez jî niha dê barankota xwe li xwe bikim û biçim navenda kampanyaya me û afîşan belav bikim.

Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin