Behzad Qasim: Demografiya Rojavayê Kurdistanê gelekî hatiye guhartin

Behzad Qasim: Demografiya Rojavayê Kurdistanê gelekî hatiye guhartin

.

A+A-

Nûnerê Desteya Kurdî ya Serbixwe radigihîne, rewşa aborî ya Rojavayê Kurdistanê gelekî xirab e û demokgrafiya wê jî roj bi roj tê guhartin.

Nûnerê Desteya Kurdî ya Serbixwe Behzad Qasim îro 3ê Berçileya 2023ê, bû mêvanê stûdyoya Kurdistan24ê û bersiva çend pirsên bêjerê K24ê Cemal Batun da.

Behzad Qasim amaje da, Rojavaya Kurdistanê di rewşeke aborî ya gelek xirab de ye. Herwesa got, nirxê Lîreya Sûriyeyî gelek daketiye û milet gelek perîşan bûye.

Di derheqa koçberiya xelkê de jî got: “Tevgera Kurdî li Rojavaya Kurdistanê bi erkê xwe ranebûye, herwesa biryarên ku ji îdareya PYDyê derdiketin, sedemeke sereke ye ku ciwan ji Kurdistanê birevin.”

Herwesa got jî : “Serkirdeyên bizava Kurdî jî derkeftine. Dema miletê me dît ku serkirdeyên wan hemî derketin û li Ewropayê bicih bûne, milet jî derket û Kurdistan vala bû.”

Li ser rewşa demografiya Rojavayê Kurdistanê jî got: “Demokgrafiya Rojavayê Kurdistanê jî hatiye guhartin. Berî 2011ê 90% ji xelkê Qamişloyê Kurd bûn, niha belkî 40% jî nemabe.”

Behzad Qasim tekez jî kir, “miletê me ji bizava Kurdî bêhêvî bûye ji ber ku Sûriye wêran bûye û heta niha bizava Kurdî tiştek nekiriye û Kurdistan û Sûriyeyê ji hev cuda nake. Piştî 12 salên şer û kuştin û penaberbûnê ew hêşta dibêjin: Gelê Sûriyeyê yek e.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin