Başûrê Kurdistanê û wazîfa kurdên welatparêz

Başûrê Kurdistanê û wazîfa kurdên welatparêz

Rociwan Yeşil

A+A-

 

Piştî êrîşa Îran û Iraqê ya li dijî Kerkûkê di medyaya kurd û cîhanê de di derheqê mesela referandûma Kurdistana başûr, pêşeroja kurdan, perspektîv, teqtîkên xebata di rewşa îroyîn de gelek munaqeşe tên kirin. Gelek kes ji beyanatên Yekîtiya Netewan, Emerika û dewletên Ewrûpî re ecêbmayî man.

Ezê di vê nivîsa xwe de bi kurtahî  behsa du tiştan bikim: Emerika çima yekîtiya Iraqê biparêze? Em kurd karin ji bo piştgiriya Başûrê Kurdistanê çi bikin?

Emerika çima yekîtiya Iraqê biparêze?

Iran, Tirkiyê jixwe li dijî dewletbûna kurda ne. Hevkariyek xwurt di navbera wan û Îraqê de jî heye. Ew yek bandorê li gelek dewletên cîhanê dike. Iran, Tirkiye û Suriye ditirsin ku kurdên nav wan jî rojek daxwaza serxwebûnê bikin. Ev aliyek meselê ye ku ji herkesî re aşkere ye.

Ji alî din de, bandora Îranê li ser Îraqê zêde ye.  Hêzên hevpeymanî jî di nav de gelek dewletên cîhane naxwazin ku Îraq di bin bandora Îranê de be. Hêzên hevpeymanî Malîkî yê ku bêtir nêzikayî bi Îranê dikir ji ser hukum dûr xist û Ebadî anîn şûna wî. Ebadî jî ji bo ku karibe li ser hukum bimîne dualî dileyize, bi Îran û ji Emerîka re têkiliyên wî baş xweya dikin.

Wusa xwuya ye ku Emerîka û gelek dewletên rojava dixwazin bi piştgiriya kurda li Îraqê bêtir xwedî gotin bin. Ew dixwazin ji kurda istifade bikin, bi xêra kurda rewşa xwe ya li Îraq û mintiqê xurt bikin. Îraqeka bê kurd kare rehettir bikeve hembêza Îranê.

Dewletên cîhanê li gor menfîeten xwe yên aborî, siyasî û leşkerî tevdigerin. Kes aşiqê çavê kesî nîne. Mafên mirovan, zilma li ser kurda û daxwazên kurda ji bo wan zêde ne girîng e. Hêzên hevpeymanî dixwazin ku kurd li Îraqê notirvaniya wan bikin. Ger kurd ji Îraqê biqetin ewê Îraq ji bandora wan derê. Xweya ye ji ber vê yekê jî di şertên îrohîn de li dijî serxwebûna Kurdistanê ne.

Kurd divê çi bikin?

Tê bîra me ku di dema şerê Kuweytê de (1991), Bush bang kir ku ereb û kurdên Başûrê kurdistanê li dijî Seddam serî hildin. Kurda serî hilda û dûre jî ji alî Saddam ve hatin qetilkirinê. Dewletên dinyayê bêdeng man. Bush got ku ew dê yek leşkerekî emerîkî ji bo parastina kurda neşîne Başûrê kurdistanê. Lê kurd bi yekdeng rabûn ser piya. Kurda, li welat û derveyî welat, bişev û roj çalaqiyan li dar xist. Wan xuşk û birayên xwe yên perîşan bi tenê nehişt.

Tê bîra min wê demê Federasyona komeleyên Kurdistanê li Swêdê pêşniyarek pêşkêş kir: Bila Yekîtiya Netewan başûrê Kurdistanê ji Seddam biparêze da ku kurd karibin vegerin ser axa xwe. Ev pêşniyar li dinyayê belav bû. Kurdên cîhanê xebatek bêhempa kirin. Cîhana bêdeng di navbera demeka kurt de guhurî. Tevgera kurdistanî bi çalakiyên xwe tesîrek mezin li ser mediya û dewletên cîhane kir, rojevê kir bin bandora xwe û serkeftinek mezin bi dest xist. Yekîtiya Netewan biryar girt, beşek ji başûrê Kurdistanê, ku li seriya xeta 36a dimîne, ji êrîşên dewleta Îraqe hate parastin û kurd vegeriyan ser axa xwe. Bush bi hezaran leşkerên emerîkî şande mintiqê ji bo ku Seddam êrîşî  başûrê Kurdistanê neke.

Ev nimûneyek ji dîroka kurda ye. Min xwest bi vê nimûneyê bala kurdan bikşînim ser tiştekî: Gava ku em bi hedefek zelal û maqûl, tev bi hev re bixebitin emê beserkevin. Mesûd Barzanî bangî  ”Cemawerê serbilindê Kurdistanê, kurdistaniyên derveyê welat û raya giştî ya cîhanê”* kir û daxwaza piştgiriyê kir. Li hinek bajarên Europa kurda ji nuha ve dest bi çalakiyan kiriye.

Divê kurdên hemu cîhanê rabin ser piya û piştgiriya Başûrê Kurdistanê bikin. Hê ku dereng nebûye. lobîyan çêkin, komîteyan sazkin. Li gel partî û sazgehên demokratîk yên welatên cûrbecûr têkiliyan deynin, di rojnameyan de di derheqê rewşa Kurdistanê, heq û daxwazên gelê kurd de binivîsînin û bidin nivîsandinê. Divê em daxwaza seknandina êrîşên li dijî kurda, daxwaza seknandina şer bikin. Daxwaz bikin ku dewletên cîhanê icaze nedin Îraqê ku çekên wan li dijî kurda bikar bînin. Daxwaza rakirina abluqaya aborî bikin. Divê em bi dinyayê bidin famkirinê ku rûreşiyek mezin e ku ew pişta xwe bidin kehremanên li dijî DAÎŞê. Ger em nikaribin tesîrek mezin li medya û hukumetên cîhanê bikin ewê kurd bikevin bin dest û piyan. Careka din wê pir zehmet be ku em pişta xwe rast bikin.

Ji ber vê yekê jî tu rojev û xebat di şertên îroyîn de ji piştgiriya Başûrê Kurdistanê girîngtir nîne. Divê kurd hemû hêza xwe ji bo vê yekê bi awayek aktif bikar bînin. Ger kurd bi organîze û fedakarî bixebitin dê karibin tesîrek mezin li ser dewletên cîhanê bikin. Heyfe! Bila dîsa wek dema peymana Cezairê neyê serê kurda!

(*) http://www.basnews.com/index.php/kr/news/kurdistan/386913

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin