Başbuğ, li Amerîkayê bi ala YPGê hat protestokirin

Başbuğ, li Amerîkayê bi ala YPGê hat protestokirin

Sererkanê berê yê artêşa tirk İlker Başbug gava li Amerîkayê diaxivî, komekê bi alaya YPGê ew protesto kir. Başbuğ di bin çavdêriya polîsan de ji salonê hat derxistin.

A+A-

Li gorî nûçeya rojnameya tirk ya bi navê Hurriyetê sererkanê berê yê artêşa tirk Ilker Başbug gava li bajarê Baltimore yê Amerîkayê li Zanîngeha John Hopkins diaxivî, komekê ew bi alaya YPGê protesto kir.

 

Kesên çalakvan ji aliyê hêzên ewlehiya taybet ya zanîngehê ve ji salonê hatin derxistin lê agahiya ku got, çalakvan li derveyî salonê dipên, bername zûka hat xilaskirin. Piştî bernameyê Başbuğ di bin çavdêriya polîsan de ji salonê hat derxistin.

Li gorî nûçeyê Başbuğ di axaftina xwe de behsa êrîşên artêşa tirk yên li ser Efrînê dikir û piştgiriya Amerîkayê ya ji bo YPGê rexne dikir.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin