Barzanî daxwaza berdana Demirtaş û hevalên wî kir

Barzanî daxwaza berdana Demirtaş û hevalên wî kir

Serok Barzanî di hevpeyvînekî de ji rojnameya almanî Frankfurter Allgemeine Zeitungle re nêrînên xwe yên derbarê serxwebûna Başûrê Kurdistanê, helwesta welatên cîran û herwiha giştpirsiya li Tirkiyê de anî ziman.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê serxwebûna Kurdistanê û nîgeraniyên Tirkiye û Îranê de diyar kir, “ev mijar tenê Hewlêr û Bexdayê eleqeder dike.”

Serok Barzanî di hevpeyvînekî de ji rojnameya almanî Frankfurter Allgemeine Zeitungle re nêrînên xwe yên derbarê serxwebûna Başûrê Kurdistanê, helwesta welatên cîran û herwiha giştpirsiya li Tirkiyê de anî ziman.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokomarê Tirkiyê Erdogan weke siyasetmedarekî wêrek bi nav kir û di heman demê de daxwaz kir, ku ji bo berjewendiya pêvajoya aştiyê, Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş û hevalên wî bên berdan.

Rojnameya Frankfurter Allgemeine Zeitung dinivîse, ku kurdên Iraqê dengê xwe didin serxwebûnê, Tirkiye û Iraq jî dixwazin pêşiya welatekî serbixwe yê kurdan bigre.

Li gorî Frankfurter Allgemeine Zeitungê, Mesûd Barzanî jî dixwaze ji bo cudabûna ji Iraqê û ragihandina serxwebûnê giştpirsiyekê bike.

Rojnameya almanî herwiha dinivîse, ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi tevê astengî û dijberiyan jî dibêje; “Serxwebûn mafekî me yê sirûştî ye.”

Barzanî nîgeraniya Tirkiye û Îranê ya derbarê serxwebûna Kurdistanê de jî red dike û dibêje; “Ev mijarekî navxweyî ye di navbera me Bexdayê de, ti pêwendiyeke wê bi Îran û Tirkiyê ve nîne. Neteweyek dixwaze bi rêya giştpirsiyê çarenivîsa xwe diyar bike, ku ti pirsgirêka v^’e netewê ligel prensîbên demokrasî û mafên mirovan de nîne.”

Barzanî herwiha di hevpeyvîna xwe de destnîşan dike; “Ji bo pêkanîna giştpirsiyê jî pêwîstiya me bi destûr û destwerdana ti kesan nîne.”

Serok Barzanî amaje bi wê yekê dike, ku êdî ti wateyekê sînorên Iraq û Sûriyê nemane û vê pirsê dike:

“Ma em êdî çawa dikarin behsa welatekî yekgirtî li Sûriyê  û Iraqê bikin?”

B nêrîna Barzanî dubendî di vir de ye, ku piraniya aliyên siyasî jî dizanin, ku ti wateyekî sînorên fermî yên Iraq û Sûriyê nemane lê hê jî vê rastiyê qebûl nakin.

Serok Barzanî tekez dike, ku ev herdu welat tenê di dîrokê de mane, ew rojên ku herdu welat jî xwedî hikûmetên bihêz ên navendî jî bûn, serve çûye.

Derbarê rola Tirkiyê ya li herêmê jî Mesûd Barzanî behsa rola Recep Tayyip Erdogan dike û hişyarî dide kurdên sûriyê da ku nîgeraniyên Tirkiyê liber çav bigrin.

Barzanî dibêje; “Erdogan wêrekiyeke mezin nîşan da û selamd ku ew dixwaze kurd û tirkan di pêvajoya aştiyê de bigîhîne hev. Lê mixabin niha hinek geşedanên nû li Tirkiyê peyda bûne.”

Barzanî ji bo berjwendiya pêvajoya aştiyê jî daxwaza berdana Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş û hevalên wî kir.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin