Konê Reş

Konê Reş

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Barzanî; 44 sal ji Oxirkirinê û 62 sal ji Şoreşa Îlûnê

A+A-

 

   Di 44 saliya koçkirina Barzaniyê Nemir de, bi min xweş e li destpêka Şoreşa Îlûnê vegerim û vî rûpelê windayî ji we re bînim ziman; Di 11ê Îlûna 1961ê de, dema ku Şoreşa Îlûnê bi serokatiya Barzaniyê nemir destpê kir, berpirsyarên rêjîma Sûriyê di parêzgeha Hesekê de dest bi civînên piştgiriyê ji bo rêjîma Abdulkerîm Qasim, dijî şoreşa Barzaniyê nemir kirin.. Destpêkê, civînek li gundê Rimêlana Paşê pêk anîn û di wê civîne de ji Şêx Reşîdê Dêrşewî xwestin ku gotinekê dijî şoreşa Barzanî bibêje.. Şêx wiha li wan vegerand:

  (Ez ê wek Xwedê û pêxember gotiye bibêjim; Eger du beş ji misilmanan şer hev bikin, wan li hev bînin, eger yê xurt û zalim, lihevhatinê nexwaze û zulma xwe nesekinîne, li rex yê mezlûm bisekinin. Mela Mustefa ne hinkûfê hikûmeta Îraqê ye, ew yê mezlûme..) Û gelek caran jî Reşîdê Dêrşewî di nav mela, sofî û mirîdên xwe de wiha digot: (Heçî li qewmiya xwe nepirse, bela ji îmana xwe bitirse). Hîn ev gotina wî li ser zardevê kalemêra ye.

  Herweha di wan salan de, berpirsyarên rêjîmê çûne cem şêxê erebên êla Şemera û jê xwestine ku di nav eşîra xwe de belav bike ku serhildana Barzanî ne di rêka misilmantiyê de ye, pêwîste şerê wî bikin.. Dibêjin; şêxê Şemera li wan vegerandiye: (Heyra! Em û Kurd cîran in.. kêfa Kurdan ji Barzanî re tê.. em pêwendiyên xwe bi kurdan re xera nakin.. Gelek rêjîmên wek we hatine û çûne, em kurd cîran mane..).

  Di sala 1966an de, gelek caran hikûmeta Sûriyê zor li Şêx Îzzedînê Xiznewî kiriye ku beyannameyekê dijî Mela Mustefa Barzanî belav bike û têde bibêje; Şoreşa Barzanî di rêka kufrê de ye û dûrî dînê îslamê ye.. Dibêjin;  Şêx Îzzedîn jî, qebûl nekiriye.. razî nebûye û wek wan nekiriye..

  Mêzekin! Roja îro, piştî 62 salan ji şoreşa Îlûnê, bi serokatiya Barzaniyê nemir, bê çawa hikûmeta Herêma Kurdistanê, wek dewleteke azad û serbixwe, di nav dewletên dinyayê de, bi alîkariya xwe ji xelkên erdheja Tirkiyê û Sûriyê re radibe.. Û di derhal de alîkariya (Xêrxwaziya Barzanî), di hawara Bakûr û li Rojavayê Kurdistanê hat şandin.. Bê cudabûn, ew alîkariya însanî ya ku di bin navê Bazaniyê nemir de bû li tev xelkên erdheja 6ê Sibata 2023an, ji Kurd, Tirk û Ereb hat belavkirin.. Xwedê! Çendî bêhna te fireh e.. Barzaniyê nemir! Çendî tu mezin bû.. Gelê Kurdistanê! Pîroz be li me dewleta Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê.

 

Qamişlo 28.02.2023

 

Önceki ve Sonraki Yazılar