
Bapîr Kamela: Bexda ji xurtbûna aborî ya Herêma Kurdistanê ditirse
.
Sekreterê Partiya Karker û Zehmetkêşên Kurdistanê tekez dike, “Bexda ji xurtbûna aborî ya Herêma Kurdistanê ditirse û rêyê li pêşveçûna wê digire.” Herwesa dibêje, "Yekdengiya Kurdan li dijî givaştinên Bexdayê girîng e."
Sekreterê Partiya Karker û Zehmetkêşên Kurdistanê Bapîr Kamela îro (Yekşem, 08ê Hezîrana 2025ê) tevlî geşteke nûçeyan a Kurdistan24ê bû û tekez kir, “Biryara Wezareta Darayî ya Iraqê ji bo neşandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê, xasma berî Cejna Qurbanê, ji aborî û îdarî zêdetir biryareke siyasî ye."
Bapîr Kamela herwesa got, "Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemî erkên xwe yên di çarçoveya qanûna budceya federal de ji bo dayîna mûçeyên mehane yên fermanberên xwe ji aliyê Wezareta Darayî ya Iraqê ve bi cih anîne, lê ew Bexda ye ku bi biryar û qanûna budceyê pabend nebûye,"
Navbirî herwesa got, “Ti garantiyek tune ku ew di paşerojê de jî pabendî ti peymanan bibin. Divê fraksiyonên Kurdî yên di Parlamentoya Iraqê de li ser vê mijarê yekdeng bin û pirsgirêkên navxweyî bidin aliyekî, ji ber ku ev mijar girêdayî hemî Kurdistaniyan e, ne tenê partî û aliyan."
Sekreterê Partiya Karker û Zehmetkêşên Kurdistanê ron jî kir, "Di seranserê dîrokê de, hikûmetên Iraqê yên li pey hev berdewam cezayên aborî li ser Başûrê Kurdistanê ferz kirine da ku rêyê li pêşketina wê ya aborî û geş bigirin. Bexda pêşketina aborî ya Herêma Kurdistanê wekî gefek li ser xwe dibîne û difikire ku em ber bi kiyaneke serbixwe ve diçin dema ku me aboriyeke serbixwe hebe."
Bapîr Kamela di pareke din a axaftina xwe de eşkere jî kir, "Li gorî destûra herdemî ya Iraqê û biryara Dadgeha Bilind a Federal, divê mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê wekî yên fermanberên hemî parêzgehên din ên Iraqê mehane di wextê xwe yê diyarkirî de bên belavkirin û ji pirsgirêkên siyasî jî bên dûrxistin, lê mixabin wekî her car hikûmeta federal pabendî biryar û peyamanan nebûye."
K24
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin