Banghêjiya Navenda Teşkîlata Hizba Dêmêkrat a Kurdistana Îranê bo newroza meşxela rizgariyê

Banghêjiya Navenda Teşkîlata Hizba Dêmêkrat a Kurdistana Îranê bo newroza meşxela rizgariyê

.

A+A-

Xelkê azadîxwaz û têkoşerê Kurdistanê!

Li deve devê hatina Newrozê û nûbûna salê de, berî her tiştekê, ji dil ve em pîrozbahiyeke germ li we dikin û hivîdikin ku sala nû Salek tejî ji xêr û bereket û tejî destkevt be bo we ezîzan û tevgera netewiya gelê me.

Welatiyên hêja!

45 sal e ku komara Îslamiya Îranê bi her awayekê cehd kiriye ku newrozê ji hizir û bîra xelkê Kurdistanê derxîne û kêmreng bike û li Kurdistanê de bi qasa şiyana xwe rêgirî ji şadî û keyfxweşiya xelkê û rêûresmên Newrozê bigre. Çimkî ew baş dizanin ku Newroz bo me gelê Kurd, tinê guherîna demsal û hatina Biharê nîne, belku hêma û nîşaneyek bo yekîtî û xweragiriya zêdetir bo berdewamiya xebata rizgarîxwazanaye xelkê Kurdistanê ye. Lê xelkê xwedî helwîst û têkoşerê Kurdistanê ne bi tenê rê nedaye ku pîlanên rêjîmê serbikevin, belku bi salan e, bi lidarxistina rêûresma Newrozê li hemû deverên Kurdistanê, newroz kirine meşxeleke pîroz û çepereke qahîn li dijî dagîrkeriyên komara Îslamî û gihîştin bi azadî û rizgariyê.

Xelkê Xebatkarê Kurdistanê!

Piştî serîhildana gernasaneya we li şoreşa Jînayê de, xebata gelê me pê avêtiye nava qonaxeke girîngtir û tê çavrêkirin ew qonaxa, dawîanîn bi desthilata reş û tejî rojreşî a komara Îslamî be. Lewma parastina yekîtiya we li hemû rêûresman de bi taybet lidarxistina rêûresmên Newrozê, riheke zêdetir dide hemûyan ku qahîmtir ji caran, xebata xwe bo herifandina vê rêjîma dije mirovî bidomînin û ew yeka tabloyeke din ji yekîtî û hevpeymaniya netewiya Kurd li Îranê de dida nîşandan. Tevî ku Newroz û hatina sala nû digel hatina heyva Remezanê hevdem e, em daxwazê ji hemû xelkê Kurdistanê dikin ku tevî parastina rêza vê heyvê, meşxela agirê Newrozê bi şantir li salên berê hil bikin û bo lidarxistina rêûresmên Newrozî, axabaniyan li stuyê xwe girêdin û hewriyan bihavêjne ser milê xwe û şaneke din bidne Newroza tejî wateya Kurdewarî. Bêguman îsal jî malbat û kesûkarên şehêdan û girtiyên siyasî ku bi taybet li wan 2 salên derbasbûyî de erkê herî giran li ser milê wan e, li hilkirina agir û hilgirtina meşxela Nerwroza rizgariyê de wek her tim, pêşemgê gelê xwe bin.

Bi hêviya Newrozeke tejî xêr û bereket û keyfxweşî û hatina salake tejî destkevt bo welatiyên xoşewîst.

Navenda Teşkîlat a Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

Newroza 2724 a Kurdî

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin