Balyozxaneya DYAyê ya li Enqerê hate girtin!

Balyozxaneya DYAyê ya li Enqerê hate girtin!

Hat ragihandin ku Balyozxaneya Amerîka ya li Enqereyê ji ber tehdîda ewlehî dê îro girtî bimîne. Piştî metirsiya ewlehî ji holê rabû wê balyozxane dîsa dest bi xizmetê bike.

A+A-

Hat ragihandin ku Balyozxaneya Amerîka ya li Enqereyê ji ber tehdîda ewlehî dê îro girtî bimîne. Piştî metirsiya ewlehî ji holê rabû wê balyozxane dîsa dest bi xizmetê bike. Walîtiya Enqereyê jî di daxuyaniya xwe de ragihand ku hemû bergiriyên ewlehî ji çav hatine derbaskirin û tedwîrên pêwist hatine girtin.

Balyozxaneyê jî di daxuyaniya xwe de bangî hemwelatiyên xwe kir û got: "Ji cihê qelebalix û ji balyozxaneyê dûr bikevin. Dema we serdana avahiyên danûstandinê û cihên turîstîk jî bikin baldar bikin.Di mijara ewlehiyê de malbat, heval û hogirên xwe hişyar bikin. Ji bo pêşveçûnan medyaya herêmî temaşe bikin."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin