Balyozê Ewropayê li ser bûyerên li Silêmaniyê axivî

Balyozê Ewropayê li ser bûyerên li Silêmaniyê axivî

.

A+A-

Balyozê Yekîtiya Ewropayê (YE) yê Îraqê Thomas Seiler hişyariyê li ser bûyeranên li Silêmaniyê da û got:

"Hebûna hêzên taybet û komên çekdar, stûnên dewleta demokratîk dirûxîne."

Seiler her wiha li ser neçalakbûna Parlamentoya Kurdistanê got, "Eger parlamento kar neke, maneya hilbijartinê çi ye?" û sedema qedexeya li ser firokeyên Îraqê ya li esmanê Ewropayê eşkere kir.

Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê Îraqê Thomas Seiler di hevpeyvînekê de pirsên Niwêner Fatih ên li ser rewşa herêmê bûyerên li Silêmaniyê bersivandin

Naveroka hevpeyvîna bi Thomas Seiler re wiha ye:

Rûdaw: Ez dixwazim rasterast ji rûdanên dawî yên li Silêmaniyê dest pê bikim. Wekî Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê Îraqê, hûn çawa li wan rûdanan dinêrin?

Thomas Seiler: Dema ku xebera rûdanê gihîşt me, hesteke gelekî dilgiran li cem min çêbû. Ya yekem, tê gotin ku zêdetirî 30 kesan canê xwe ji dest daye, ev tiştekî gelekî xemgîn e. Eger şerê siyasî di navbera partiyên siyasî de hebe, armanca me wekî Yekîtiya Ewropayê ew e ku ev şer bi awayekî medenî, zana û mirovane bên birêvebirin, ne bi çek û tankan. Vê xalê em gelekî dilgiran kirin.

Her wiha ev mijar pirsa komên çekdar ên li Îraqê tîne bîra me. Gelo çawa dibe ku siyasetmedarek xwedî artêşeke rastîn be? Dibe ku sedemên wê hebin, çimkî hest bi gefê dike lê nabe ku ev bibe pêkhateya welatekî demokratîk. Ez dubare dikim, divê nîqaş û pevçûnên siyasî dûrî tundiyê û çekan bin.

Rûdaw: Gelo we li ser sedemên rûdanê ji aliyan ti agahî wergirtine yan we daxwaza ronîkirinê kiriye?

Thomas Seiler: Na, me ti agahî wernegirtine. Min bi xwe heta niha ti pirs nekirine, çimkî hest dikim ku rewş hîn ne zelal e. Ji bo min xala girîng ne ew e ku kî agahdar bûye. Xala sereke ew e ku divê bûyerên bi vî rengî li welatekî ku li ser rêya ber bi demokrasiyê ve ye, rû nedin.

Rûdaw: Hikûmeta Îraqê hewl dide ku kontrola van koman bike. Bi dîtina we, heta niha serkeftî bûye?

Thomas Seiler: Me gelek caran wê yekê pêşwazî kiriye ku Îraqê xwe ji pevçûna di navbera Îsraîl û Îranê de dûr girtiye. Ev destkefteke gelekî baş e û gelek kes vê yekê bi serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî ve girê didin.

Lê ez bi baweriyeke kûr dibêjim ku divê komên çekdar bi demê re li welatê we bibin tiştekî nepêwîst. Ez ji dîroka welatê we fêm dikim û dizanim ev yek di şev û rojekê de çênabe. Lê divê nîqaşeke stratejîk li ser guhertina tevahiya dezgeha ewlehiyê were kirin, da ku fermandariyeke zelal hebe. Divê yekdestiya bikaranîna tundiyê û çekan tenê û tenê di destê dewletê de be.

Rûdaw: Li Herêma Kurdistanê hilbijartin hat kirin lê nêzîkî salekê ye parlamento neciviye. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?

Thomas Seiler: Ji bo ku ez zelal bibêjim, ti agahiyên li cem min nîne ku dê kengî dest pê bike. Min çend caran pirsî û ji min re hat gotin ku rewş aloz e. Ez hinekî ditirsim ku avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê bi avakirina hikûmeta nû ya federal ve were girêdan.

Ev ji bo min cihê dilgiraniyê ye. Xelkê mafê xwe heye ku xwedî hikûmetekê be ku piştî hilbijartinê tê. Eger parlamentoyek ku kar bike, biryaran derxîne û bibe sedema avakirina hikûmetê tunebe, êdî maneya hilbijartinê çi ye? Dibe ku ji min re bibêjin xeyalperest lê divê xelk ji bo van prensîban bixebite.

Rûdaw: Hestên we çawa ne dema hûn dibînin ku hêzên ewlehiyê yên Kurdistanê ku ji aliyê hevpeymanên rojavayî ve hatine perwerdekirin, heman çekan di pevçûneke siyasî ya navxweyî de bi kar tînin?

Thomas Seiler: Hûn baş dizanin ku me piştgirî, alîkarî û perwerde da hêzên Îraqê da ku baştir bibin, bi taybetî ji bo piştgiriya Îraqê di şerê li dijî DAIŞê de. Helbet fikra perwerdekirina leşkeran ew nîne ku ji bo rewşên bi vî rengî xerab bên bikaranîn. Ev xaleke gelekî zelal e.

Lê divê em berevajî vê nekin û nebêjin, 'Baş e, ji ber ku ev rû da, em êdî perwerdekirinê radiwestînin.' Ez bawer dikim ev dê li dijî hewl û siyaseta ku me di pênc-deh salên borî de bi hev re bi pêş xistiye be.

Rûdaw: Hilbijartinên Îraqê nêzîk dibin. Dilgiranê hene ku dibe tiştek li herêmê rû bide û ev hilbijartin di dema xwe de ku 11ê Çiriya Paşîn e, neyên lidarxistin. Hûn bi berpirsên Îraqî re diaxivin, gelo wan ji we re gotiye ku ew ji lidarxistina hilbijartinê dilgiran in?

Thomas Seiler: Ez peyamên berevajî werdigirim. Her kes ne tenê amade ye hilbijartinan bike, belkî ji bo hilbijartinan bi kelecan e û hilbijartinê dixwaze. Ez bawer dikim ku demekî gelekî guncaw e jî.

Hûn dizanin ku Encûmena Nûneran bi awayekî nîv-çalak e û li parlamentoyê pêşhatên me yên gelekî bi zerar hene, ji ber ku rewş wisa ye. Min ji aliyên cuda peyamên erênî wergirtine ku divê hilbijartin were kirin û bi rastî jî ez geşbîn im ku dê were kirin.

Niha eger şerek derkeve, eşkere ye ku divê em nîqaşa wê yekê bikin, wekî li Ukraynayê, ka gelo Birêz Zelenskyy di nava şer de nûnerekî rewa ye, wê demê dibe ku êdî hilbijartin neyên kirin. Çi dibe bila bibe, em dê şandeyeke pisporên hilbijartinê dabîn bikin, ne şandeyeke çavdêriyê.

Lewma eger hûn bixwazin, ev dibe guhertoyeke biçûkkirî ya pêvajoyeke hevrêtiya hilbijartinê. Ev li ser daxwaza Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan hatiye kirin û ez kêfxweş im ku em dikarin vê yekê bikin.

Gelek kes nayên lê dîsa jî ev rêyek e ji bo çavdêrîkirina birêveçûna hilbijartinê, ji niha heta jimartina dawî ya dengan û şêwaza ragihandina encaman. Em li benda hilbijartinê ne û ez bawer dikim ev nîşaneke gelekî baş a demokratîkbûna welatê we ye.

Rûdaw: Berê me behsa gelek projeyên ku hûn li gel hikûmeta Îraqê li ser dixebitin kir. Beşek ji wan li ser koçê bû. We gotibû ku Yekîtiya Ewropayê 50 milyon Euro ji bo Çraqê pesend kiriye. Plan ew bû ku ji bo ciwanan û afirandina derfetên kar were xerckirin da ku koç nekin. Hûn dikarin agahiyên dawî yên li ser van projeyan bidin me?

Thomas Seiler: Bila ez mijarê hinekî berfirehtir bikim û koçberên navxweyî jî tevlî bikim, çimkî ji bo me ji aliyê teknîkî ve ev yek mijar e. Pêşketinên erênî hene. Bila ez pêşî tiştekî bibêjim ku pêwendiya wî pê heye, her çend rasterast bi bernameyên me ve girêdayî nebe jî.

Li gorî amarên dawî yên Komîsyona Ewropayê yên li ser vegerandin û entegrekirina koçberên neyasayî yên Îraqî yên li Ewropayê -ku piraniya wan xelkê Kurdistanê ne- pêvajoya vegerandinê gelekî baştir bûye.

Ji aliyê teknîkî û dîplomatîk ve, hevkariyeke gelek baş li gel rayedarên Îraqê, balyozxane û welatên endam heye. Ji ber vê yekê, ti guman tune bû ku em ti tedbîrekê li ser asta vîzeyê bigirin.

Hûn dizanin ku têkiliyek di navbera van her du hêmanan de heye, eger welatek li ser vegerandina koçberên neyasayî hevkariya me bike, wê demê ti ceza li ser sîstema vîzeyê nayê danîn. Lewma, ev nûçeyeke ku ez bi rastî kêfxweş im ji we re bibêjim.

Bi giştî 60 milyon Euro li ber destê me heye. Beşek jê berê hatiye hatiyîn. Em xebata xwe ya li ser ciwanan, li ser perwerde û rahênana pîşeyî didomînin. Wekî mînak, li Helebceyê. Cûreyek daxwazname ji Hikûmeta Kurdistanê gihîşt min ji bo dirêjkirina vê bo herêma Qendîlê. Em li ser vê yekê dinêrin. Eger em karibin alîkariya xelkê bikin ku li wir bimînin, belê, em dixwazin vê yekê bikin. Lewma ev berdewam e.

Lê çima min behsa koçberên navxweyî jî kir? Ji ber ku diyardeyeke nû heye ku divê hûn jê agahdar bin, ku em jê re dibêjin koçberiya ji ber keşûhewayê. Xelkê ji başûr, ku îsal pileya germayê li cem wan ji 50 pileyî zêdetir bû, êdî nikarin li wir bimînin.

Ez heta fêm nakim ka çawa karîne ew qasî dem li wir bimînin, gelekî zehmet e. Ti bingeheke aborî û malbatî nîne, ji ber rewşa keşûhewayê hûn nikarin li wir bijîn. Lewma diyardeyeke nû ya koçberiya navxweyî jî heye ku em dixwazin çareser bikin. Ez dubare dikim, bi afirandina derfetên kar, lê her wiha bi hebûna sîstemeke birêvebirinê li gel hikûmeta Iraqê ji bo birêvebirina birêkûpêk a van pêlan û ne tenê em bibêjin, 'Oh, niha li vir û wir hene, em ê çi bikin?'.

Xala dawî di vê çarçoveyê de ku pêwendiya wê bi DAIŞê re heye, me li gel Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) li hev kiriye ku bi dayîna 2,4 milyon Euro piştgiriyê bidin Wezîrê Koç û Koçberan û Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî, ji bo avakirina sîstemeke gelekî kûr û bibandor ji bo naskirina kesên ku ji kampa Holê vedigerin, berî ku bên vegerandin.

Dibe ku ji bo cihên xwe yên resen an cihekî din bên veguhastin, nasnameyeke ku bi ti awayî neyê sextekirin dê ji wan re were dayîn da ku em bizanibin ev Xanim 'X' e, Birêz 'Y' e û zarokên wan jî zarokên Birêz 'X' û Xanim 'Y' ne. Ev tiştê ku em niha pêş dixin e, dibe ku peyman hefteya bê were îmzekirin.

2,4 milyon, zêde xuya nake lê tedbîreke gelekî armanckirî ye ji bo alîkariya Wezîrê Koç û Koçberan ji bo valakirina kampan û her wiha vegerandina van kesan. Ev ji bo me pêvajoyeke ku beşek ji aramkirina Iraqê ye. Ez dixwazim vê dubare bikim ku Iraqeke aram ji her alî ve, ji bo me armanca siyasî ya sereke ya salên pêş e.

Rûdaw: Hîn jî firokeyên Îraqê nikarin derbasî asmanên Ewropayê bibin. Hikûmeta Îraqê dibêje me hemû merc bi cih anîne. Sedema rastî çi ye?

Thomas Seiler: Ev derfeteke baş e ji bo ronîkirina mijarê. Du stûn hene. Ya yekem, aliyê teknîkî ye. Rêhewaya Îraqê (Îraqi Airways) di rê de ye ku daxwazên me bi cih bîne û nêzîkî ji sedî 70 bi pêş ketiye.

Stûna duyem aliyê yasayî ye. Pêwîst e Îraq xwedî yasayeke nûjen a firokevaniyê be ku tê de Desthilata Firokevaniya Sivîl serbixwe, jêhatî û pîşekar be.

Me bi hev re pêşnûmayasayek amade kir û meha kanûna pêşîn şand parlamentoyê. Min sibatê Serokê Komîteya Veguhastinê dît û ez hatim piştrastkirin ku dê li ser bixebitin lê tiştek rû neda.

Pêvajoya rakirina qedexeyê niha ji aliyê parlamentoyê ve hatiye rawestandin. Dema ku yasa were pesendkirin, ew dê bibe gava sereke. Niha top di qada parlamentoyê de ye, ne li cem me ye, ne li cem hikûmetê ye lê li cem parlamentoyê ye.

Rûdaw: Yanî hûn bi kirdeyî ji hikûmet û parlamentoya Îraqê re dibêjin, 'Yasayê derbas bikin û asmanên we dê bên vekirin?'

Thomas Seiler: Yekser dê çênebe lê ev gava sereke ye ku divê were avêtin û yasa jî amade ye. Ez dubare dikim, em her tim ji bo alîkarî û piştgiriyê amade ne. Dema ku min dest bi karê xwe li vir kir, min dît ku gelek şaşfêmkirin hebûn.

 Ez bawer dikim ku tiştê me kiriye û bi dest xistiye, ronîkirina van hemû tiştan bûye. Niha top di qada parlamentoyê de ye. Ne li cem me ye, ne li cem hikûmetê ye, ne li cem Ajansa Ewlehiyê ya Ewropayê ye, li cem parlamentoyê ye.

Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin