Balafirgehên Kurdistanê hatin vekirin

Balafirgehên Kurdistanê hatin vekirin

Wezîrê navxwe yê Iraqê Qasim E'irecî û wezîrê navxwe yê Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî, li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê, di kongireyeke rojnamevanî de, vekirina balafirgehên Herêma Kurdistanê li ber geştên navdewletî ragihand.

A+A-

Berpirsên Herêma Kurdistanê û yên Iraqê dan xuyakirin, ji îro ve û li gorî xişteya wezareta veguhestina Iraqê, geştên navdewletî destpê dikin û balafirgeh hatin vekirin.

Wezîrê navxwe yê Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî got: "Vekirina balafirgehên Herêma Kurdistanê, pêngaveke baş e ji bo çarekirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, em li gel wê yekê ne, ku hemû kêşe bi riya diyalogê û li ser bingeha destûrê bên çareserkirin".

Derbarê guherînên di rêvebirên balafirgehan de, wezîrê navxwe yê Iraqê got: "Rêvebirên baafirgehan nayên guhertin".

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin