Azad Osman li ser birîna darên Efrînê: Ew der kirine çol

Azad Osman li ser birîna darên Efrînê: Ew der kirine çol

.

A+A-

Li Efrîn a Rojavayê Kurdistanê Erebên hawirde yên ku li wir hatine bicihkirin, bi piştevaniya çekdarên opozisyona Sûriyê li daristana qeraxên deryaçeya Bendava Meydankê bi hezaran darên kesk bi birekên elektirîkî birîn û bi balhirgiran veguhestin. Endamê Encûmena Xwecihî ya Efrînê Azad Osman got, “Di vîdeoyê de jî eşkere ye ku ew der kirine çol, ez bi xwe jî çûme wir, rê nû vekirine, şûnên lastîkên barhilgiran heye.”

Endamê Encûmena Xwecihî ya Efrînê Azad Osman îro Înê 2ê Îlona 2022an beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser birîna darên Efrînê axivî.

Endamê Encûmena Xwecihî ya Efrînê Azad Osman li ser birîna daran ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve got, “Li wê derê darên zeytûnan kêm hatine birîn, zêdetir darên çamê ne. Li gorên hesabên me salê di navbera 1000-2000 daran de hatine birîn. Ne tenê darên zeytûnan, darên sêv û hinaran jî hatine hilkirin.”

Li gor dîmenên ji herêma Efrînê tên kişandin û belavkirin û li gor çavkaniyên ku ji herêmê ji Rûdawê re axivîne, eger birîna daran bi vî şêweyî berdewam bike, çawa herêm ji nişteciyên xwe yên resen ên Kurd tê valakirin, zevî û daristanên herêmê jî dê ji dar û beran bên rûtkirin.

Azad Osman got, “Grûpek li wir heye, dibêjin me hin kes girtine û lêpirsîn daye destpêkirin. Li wir grûpa Siltan Murad heye, diyar nekirin ku çend kes hatine girtin, li ser malpera xwe belav kiribûn. Di vîdeoyê de jî eşkere ye ku ew der kirine çol, ez bi xwe jî çûme wir, rê nû vekirine, şûnên lastîkên barhilgiran heye.”

Azad Osman destnîşan kir ku ev ne karê 1-2 kesan e û diyar e grûpeke mezin ev kar encam daye û anî ziman, “Di nava 2-3 rojan 1000 dar birîne. Karekî gelekî mezin tê de kirine.”

Azad Osman diyar kir wan darên ku birîne dibine Idlibê û li wir difiroşin, ji ber ku li wir nirxên wan bihatir e.

Azad Osman li ser hêza li pişt wan kesên ku dar birîne diyar kir ku kes nikare wan bigire, li pişt wan hêz hene û bêyî ku wan werin sekinandin heta Idlibê diçin.

Endamê Encûmena Xwecihî ya Efrînê Azad Osman li ser hebûna grûpên çekdar ên li Efrînê got, “Li Raco Ehrar Şam heye lê piranî yên Siltan Murad in, li hinek cihan Hemzet û Semerqend heye, li her cihekî hinek hene. Ew grûp dema ku em ji wan dipirsin, dibêjin em nizanin kê qut kiriye lê di bin berpirsyariya wan de ye, divê ew bizanibin, rêgir bin.”

Li gundê Aşkê Xerbî yê nahyeya Cindirêsê jî li gor çavkaniyên ku ji Rûdawê re axivîne, çekdarên Lîwaya Weqas a bi fermandariya Seid Ebas û berpirsê emnî yê wan çekdaran Ebû Reşîd Daristana Sinober a ji Çiyayê Bêreqdar heta geliyê Ereban bi dirêjahiya 2 kîlometreyan dar birîne.

(Rûdaw)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin