Ayhan Bilgen ji HDPê îstîfa kir

Ayhan Bilgen ji HDPê îstîfa kir

.

A+A-

Parlamenterê berê yê HDPê û Şaredarê Qersê yê berê Ayhan Bîlgen ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îstifa kir.

Parlamenter û hevserokê berê yê Şaredariya Qersê yê HDPê Ayhan Bilgen li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku ji partiya xwe îstîfa kir.

Ayhan Bilgen nameya xwe ya îstîfakirina ku li ser hesabê xwe yê Twîtterê belav kiriye, dibêje: “Divê rêwî li ser rêya xwe be! Hêvî dikim ku ez di hişyarî û rexnê xwe de şaşbim. Bo hemû kesên ku bi nêta baş û fedakarane bo aştî û demokrasiyê kar dikin serkeftinê dixwazim.”

Bilgen di nameya xwe ya îstîfayê de amaje bi wê yekê dide ku wî ji ber fikarên civakî endamtiya xwe bi dawî kiriye û çawa di dema karkirinê de nirxên rêgezî û exlaqî parastine, di dema veqetandinê de jî li ber çav girtine.

Yek ji damezrênerên AK Partiyê Bulent Arinç meha borî di axaftinên xwe de diyarkiribû ku ew li gel Ayhan Bilgen jî axivîne û eger di dema xwe de bihata qebûlkirin ew dê li ser lîsteya AK Partiyê bûba berbijêr, lê qebûl nebûye û ew jî çûye cem HDPê.

Hevserokê berê yê Şaredariya Qersê yê HDPê Ayhan Bilgen ev demeke hem li ser medya civakî hem jî di bernameyên ku beşdar dibe peyama avakirina tevgereke siyasî dide û dibêje ya me lêgerîneke sîyasî ye û pêwîstiya Tirkiyê bi tevgereke siyasî heye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin