Av jîyan e; Dewletên dagîrker dixwazin Kurdistanê bikin Kerbela!

Av jîyan e; Dewletên dagîrker dixwazin Kurdistanê bikin Kerbela!

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê li ser van buyarên du rojên dawîyê ku li Kurdistanê diqewimin; beyaneka têr û tije belav kirîye.

A+A-

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê li ser van buyarên dû rojên dawîyê ku li Kurdistanê diqewimin; beyaneka têr û tije belav kirîye.

Beyana PAKê;
Îran û Tirkîye avên li ser Kurdistanê dibirin, Tirkîye êrîşî Efrînê dike, PKK jî rêveberên AKPyê dikuje: Zerar her para gelê Kurdistanê ye

Careke din dewletên ku bi pirsgirêka Kurdistanê re rû bi rûne, li dijî pêşveçûn û meşa azadî û serxwebûna gelê Kurdistanê bi gelek rê û rêbazên wek hev, êrîşên xwe dimeşînin. Bûyerên dîrokî careke din dubare dibin.

Ji alîyekî Dewleta Îranê ji bo zerarê bide jîyana gelê me yê başûrê Kurdistanê û darbeyê li meşa wê ya serxwebûnê bixe, ava diçe başûrê Kurdistanê dibire.

Ji alîyekî jî Dewleta Tirkîyeyê ji bo zerarê bide gelê me yê Rojavayê Kurdistanê,  ava diçe Rojavayê Kurdistanê dibire û  bi topbaranan êrîşî Efrînê dike.

Ev êrîşên Îranê û Tirkîyeyê perçeyeke ji pilan û stratejîyên bê tehamulîya li himber destkeftinên miletê Kurd e.

Av birîna li ser herdu perçeyên Kurdistanê, êrîşeke ne mirovane ye, li dijî mafê jiyanê û  li dijî mafê mirovan e jî.

Em birîna avê û êrîşen li ser Efrînê şermezar dikin.

Gelê Kurdistanê heta nuha bi sedhezaran keç û lawên xwe di rêya azadîya Kurdistanê de feda kiriye, lê serê xwe netewandîye.

Divê dewletên Îranê û Tirkîyeyê baş bizanibin ku , ev mihawele û erîşan wan bê feyde ye, pûç in. Bes rêyek heye ew jî, li ser esasê qebûlkirina mafên miletê Kurd, çareserîya sîyasî û demokratîk e.

Di demeke weha balkêş de, PKKyê jî  dîsa dest bi kuştina rêveberên AKPyê yên li teşkîlatên li Kurdistanê kirîye.

Di demeke ku Dewleta Tirkîyeyê  bi qeyûman beledîyeyên BDPyê dagir dike, parlamenterên HDPyê  û  bi hezaran rêveber û endamên HDP û DBPyê diavêje hefsê, kuştina  rêveberên AKPyê tê çi wateyê?

Di demeke ku Dewleta Tirkîyeyê êrîşî  Efrînê dike, dixwaze rê ji dagirkirina  Efrînê re xweştir bike,  ji alîyê  PKKyê ve kuştina rêveberên AKPyê  tê çi wateyê?

Di demeke ku Dewleta Tirkîyeyê, bi birîna avê ya li ser Rojavayê Kurdistanê dixwaze gelê me tî û birçî bihêle û rê li ber destkeftîyan bigire, ev  kuştinên rêvberên AKPyê tê çi wateyê?

Em van êrîş û kuştinên ku rê li ber sîyaseta sivîl digire şermezar dikin. Êrîşên bi vî rengî, rê ji êrîş û kuştinên  Dewleta Tirkîyeyê re  jî xweştir dike.

PKK bi sîyaseta xendek û barîkat û êrîşên çekdarî  ji sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya ji holê rakirina destkeftîyên sîvîl, sîyasî û demokratîk yên gelê Kurdistanê re rê xweştir kiri bû. Nuha jî bi berdewam kirina êrîşên çekdarî û bi kuştina sîyasetvanên AKPyê,  ji planên nû yên Dewleta Tirkîyeyê re rê xweştir dike.

Bi vê minasebetê em careke din bangî  Dewleta Tirkîyeyê dikin: Rêzê  li biryara referandûma serxwebûna başûrê Kurdistanê û li destkeftinên li Rojavayê Kurdistanê bigire. Dest ji sîyaseta xwe ya dijîtîya Kurdan berde. Dest ji êrîşên li ser Rojava û bakur û başûrê Kurdistanê berde. Bi vê sîyaseta kuştin û wêran kirinê tu pirsgirêk çaraser nabin. Rêya maqûl û înasanî ew e ku Dewleta Tirkîyê vî şerî rawestîne û li gel hemû partîyên Kurdan , ji bo çaresrîyeke sîyasî û demokratîk li ser maseyê rûne.

Herweha divê PKK jî êdî bibîne ku ev şerê ku li bakurê Kurdistanê ew dimeşîne zerarê dide gelê mê, dide welatê me. Şer  ji planên  Dewleta Tirkîyeyê yên xêrnexwazîyê re rê xweştir dike. Divê PKK şer rawestîne.

Em careke din jî bangî PYDyê dikin: Dest ji sîyaseta  xwe li ser herkesî  ferz kirinê berdin. Dest ji qedexe û girtinên partîyan û endamên wan berdin. Li gel ENKSyê û hemû partîyên Kurdan Mitabaqata Dihokê pêk bînin, îdareyeke hevbeş damezrînin  û bi helwesteke netewî û yekgirtî, li hember hemû êrîşan rawestin.

 Em bangî  Dewleta  Îranê jî dikin, rêzê li meşa serxwebûna başûrê Kurdistanê, rêzê li biryara referandûma serxwebûnê  bigire û ji bo mafên netewî û demokratîk yên gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê gavên pêwîst bavêje.

Ji bo geş kirina doza azadîya Kurdistanê li Rojhilatê Kurdistanê, tifaqa netewî û demokratîk pêwîstîyeke esasîye. Divê hemû partîyên Rojhilatê Kurdistanê bi vê hişmedîyê gavên tifaqê bavêjin.

Li hember planên xêrnexwazên Kurdistanê, piştgirî û lêxwedîderketina referandûma serxwebûna başûrê Kurdistanê wazîfeyeke netewî ya partîyên her çar perçeyên Kurdistanê û 50 mîlyon kurdên li cîhanê ne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin