Artêşa Tirkiyê ji devera Biradost vedikişe; Pêşmerge û hêzên Iraqê lê bicih dibin

Artêşa Tirkiyê ji devera Biradost vedikişe; Pêşmerge û hêzên Iraqê lê bicih dibin

.

A+A-

 Leşkerên Tirk ên ji sala 2017’an ve li bejahiya herêma Bradost a girêdayî bajarokê Sîdekan a girêdayî Rêveberiya Soran a Hewlêrê bi cih bûne, dest bi vekişîna ji hin herêman kirine.

Di Adara sala 2017an de Artêşa Tirkiyê li sînorê devera Biradost a Herêma Kurdistanê  dest bi operasyoneke bejayî li dijî PKKê kir û bi kûrahiya 30 kîlometreyan derbasî nav axa Başûrê Kurdistanê bû.

Devera Biradost ser bi bajarokê Sîdekanê ya girêdayî Îdareya Serbixwe ya Soranê ya parêzgeha Hewlêrê ve ye û dikeve ser sê goşeya sînorî ya navbera Herêma Kurdistanê, Îran û Tirkiyê.

Artêşa Tirkiyê bi wê operasyonê li hin cihan hêzên xwe bicih kir û hejmarek binkeyên leşkerî ava kirin.

Hêzên Tirkiyê ji Gelî Reş heta Serzêlokê ya Xelîfanê binkeyên xwe yên leşkerî ava kirin.

Li gor zanyariyên Rûdawê, Artêşa Tirkiyê ji 19ê vê mehê (çileya 2023) li hin xalên xwe yên leşkerî û devera Biradost ber bi Bakurê Kurdistanê ve dest bi vekişînê kiriye.

Nêzîkî 3 salan e ku hêzên Artêşa Tirkiyê li Çiya Dêl a li devera Biradostê bi cih bûne û li wê derê qereqoleke leşkerî ava kiriye, topxaneya xwe li vir bicih kiriye û ji wê derê ve gundên Xelîfanê, Gelî Zaran û Lêlkanê topbaran dikir. Lê li gor agahiyan, ji 19ê vê mehê ve leşkerên Tirkiyê Çiya Dêl, Serzêlok û quntara Lêlkanê vala kirine.

Mistefa Seîd welatiyekî deverê ku li gund dijî û mala wî mala herî nêzîk ji Çiya Dêlê ye, ji Rûdawê re dibêje, berê leşkerên Tirkiyê heta nav gundê wan jî dihatin. Mistefa Seîd dibêje: “Em dixwazin îro heta danê êvarê yek jî nemîne û ez wek her car bikarim li vî çiyayî hilkişim, lê ew hîn jî li beşekî bilindahiyan mane. Ew hemû bi helîkopterekê naçin û haya me jî heye ku ew çûne. Berê leşkerên Tirk dihatin vir jî, lê niha PKK li vir nemaye, ku nemabin dê bêne kuder?”

Peyamnêrê Rûdawê Bextiyar Qadir da zanîn ku, sedema vekişîna hêzên Tirkiyê ji deverê pêşveçûna Hêza Pêşmerge û Pasevanên Sînor ên Iraqê ye.

Hêzên sînorî yên Iraqê û Pêşmerge li cihên bilind ên li herêmên Berde Befir, Spîndare, Reyhane û Lêlkanê bicih bûne û baregehên xwe yên leşkerî ava kirine.

Berê ti kes û ti hêzan nedikarîn derbasî wan navçeyan bibin.

Fermandarê Fermandariya Helgurd a Hêza Pêşmerge, Behram Erîf Yasîn ji Rûdawê re got: “Bê guman hevahengiyê li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê û birayên me yên di nav hêzên Pasewanên Sînor de lê bicih bibin. Hêzên Tirkiyê paşve vedikişin û ji wan cihan zêdetir nayên pêş,armanc jî tenê paratina ewlehiya herdu aliyan e. Hêzên Tirkiyê paşve vedikişin û êdî ji bo parastina asayîşa her du aliyan jî naçin.”

Bicihbûna hêzên leşkerî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê li navçeyên bilind ên sînor, bûye sedema rawestandina topbarana Îranê bo ser herêmê jî, lê belê bombebarana herêmê ji aliyê dronên Tirkiyê ve car caran didome.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin