
Artêşa Pakistanê: Hindistanê bi mûşekan êrişî xaka me kir
.
Artêşa Pakistanê eşkere kir ku Hindistanê bi mûşekan êrişî xaka Pakistanê kir.
Wezareta Parastinê ya Hindistanê jî diyar kir ku “Operasyona Sindûrê” dest pê kiriye û 9 cih li Pakistan û Ceşmîr û Keşmîra di bin îdareya Pakistanê hatiye armanckirin.
Di navbera du hêzên nukleerî Hindistan û Pakistanê de alozî mezin dibe. Hindistanê ragihand ku "Operasyona Sindûrê" dest pê kiriye û diyar kir ku 9 herêmên li Pakistanê kirine hedef.
Pakistanê jî daxuyand ku Hindistanê ji sê herêman ve êrişên mûşekî li dijî wan pêk anîne.
Pakistan: Hindistanê êrişî me kir
Berdevkê Artêşa Pakistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku Hindistanê ji sê deverên cuda êrişên mûşekî li ser axa Pakistanê pêk anîne.
Berpirsê Pêwendiyên Giştî yên Di Navbera Xizmetguzariyan (ISPR) ê Artêşa Pakistanê General Ahmed Sherif Chaudhry diyar kir ku Hindistanê êrişî herêmên Bahwalpur, Muzaffarabad û Kotliyê kiriye.
Ahmed Sherif Chaudhry got, "Hemû balafirên me li hewayê ne. Ev êrişeke şermezar û tirsonek e ku ji nava sînorê asmanî yê Hindistanê ve hatiye kirin.
Pakistan dê li cih û dema ku ew bibijêre bersiva vê êrişê bide. Ev provokasyon bê bersiv namîne."
Hindistan: Operasyona Sindûrê dest pê kir
Hindistanê diyar kir ku wan li dijî êrişên terorîstî yên li herêma Cemmu Keşmîrê dest bi "Operasyona Sindûrê" kiriye.
Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hat kirin ku 9 herêm hatine hedefgirtin lê ti baregehên leşkerî yên Pakistanê nehatine armanckirin.
Hikûmeta Hindistanê jî got, “Kiryarên me bi armanceke diyarkirî hatine kirin û li gorî pîvanan û bi awayekî ku nebe sedema şer bûn."
Êrişa Keşmîrê alozî zêde kir
Di êrişekê de li Keşmîrê 26 geştyarên Hindistanî hatin kuştin, piştî wî êrişê aloziya di navbera Hindistan û Pakistanê de zêde bû.
Pêwendiyên di navbera her du welatên cîran ên ku xwedî çekên nukleerî ne, gihiştine asta herî bilind a van salên dawî.
Lê dema ku pevçûnên sînorî li herêmê carinan berdewam dikin, her du welatan bi hevdû re sînorê xwe yê asmanî jî girtin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin