
Amerîkayê li ser kujerê Hevrîn Xelefê daxuyanî da
.
Wezareta Parastinê ya Amerîkayê li tayinkirina kujerê siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelefê yê bi navê Hatim Ebû Şeqra wekî fermandar got, "Ev xeletiyeke mezin e û em piştgiriyê nadinê."
Hikûmeta Şamê kujerê siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelefê yê bi Ahmed El- Hayes ê bi nasnavê Hatim Ebû Şeqra wekî fermandarê lîwaya 86an a Dêrezor, Reqa û Hisîçayê tayîn kir.
Nuçegihanê Rûdawî Diyar Kurde ji Berdevka Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Tammy Bruceyê tayînkirina Hatim Ebû Şeqra pirsî.
Rûdaw: Pirseke min li ser Sûriyeyê heye. Min dixwest bizanim ka hûn ti helwesta we heye li hemberî biryara hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ya bi destnîşankirina Ehmed Hayis wekî fermandarê Yekîneya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ew bi çendîn salan e ji ber binpêkirinên mezin ên mafên mirovan di bin dorpêçan de ye, di nav de kuştina siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef. Gelo ev ji wan cure karan e ku Amerîka ji hikûmeta demkî ya Sûriyeyê çaverê dike?
Tammy Bruce: Ev tişta ku ez dikarim ji te re bibêjim: Biryara hikûmeta demkî ya destnîşankirina wî ji bo posteke fermî, di demekê de ku dîrokeke dirêj a binpêkirina mafên mirovan û pêkanîna metirsiyê li ser erka têkbirina DAIŞê heye, xeletiyeke mezin e ku Amerîka piştgiriyê nadê.
Çi bûbû?
Seroka Partiya Sûriyeya Paşerojê Hevrîn Xelef roja 12ê Çiriya Pêşîn a 2019an li ser rêya Til Temir-Eyn Îsayê di otomobîla xwe de rastî êrişeke komên çekdar hat û li gel 7 hevalên xwe yên din canê xwe ji dest da.
Hatim Ebû Şeqra ji şehîdkirina Hevrîn Xelefê û 7 rêhevalên berpirsiyarê sereke bû.
Hatim Ebû Şeqra fermandarê koma çekdar a bi navê Ehrar el Şerqiyeyê bû ku bi ser Tirkiyeyê ve bû.
Ew ji aliyê Amerîka û Ewropa ve wekî terorîst tê naskirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin