
Amerîkayê êrişî başûrê Îranê kir
.
A+A-
Berdevkê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) Tim Hawkins diyar kir ku hêzên Amerîkayê li başûrê Îranê bi armanca "parastina rewa" êriş pêk anîne.
Hawkins di daxuyaniya xwe de ragihand ku Amerîkayê li başûrê Îranê êrişên nû birine ser hinek hedefan.
“Armanc parastina leşkerên me ye”
Hawkins diyar ku êriş bi armanca "parastina rewa" hatine kirin û "armanc ew e ku leşkerên Amerîkayê li hemberî gefên ji aliyê hêzên Îranê ve werin parastin."
Hawkins eşkere kir ku di nav xalên hatine hedefgirtin de cihên avêtina mûşekan û keştiyên Îranê yên ku di amadehiya danîna mayînan de bûn hene.
Wî destnîşan kir ku Amerîka dê di pêvajoya agirbestê ya ku didome de bi haydarî tevbigere lê dê di heman demê de hêzên xwe jî biparêze.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin