
Amerîkayê careke din Îran da ber bombeyan
.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku hêzên Amerîkayê li dijî Îranê "pêleke giran" a êrişan pêk aniye.
Li gorî daxuyaniyê, ev êriş wekî bersiva hewldanên êrişên bi mûşekan ên li ser hêzên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn hatine kirin.
CENTCOMê di daxuyaniya xwe de got: "29ê Tîrmehê demjimêr 22:00yan (bi dema Amerîkayê) hêzên Fermandariya Navendî ya Amerîkayê li dijî Îranê pêleke giran a êrişan bi awayekî serkeftî pêk anî.
Ev êriş wekî bersiva hewldanên êrişên bi mûşekan ên doh ên li ser hêzên Amerîkayê bûn."
Fermandariyê diyar kir ku hêzên Amerîkayê bi li dehan baregehên Supaya Pasdaran a Îranê xistiye.
Di nav van hedefan de navendên fermandariya leşkerî û baregehên mûşek û dronan hene.
Her wiha xalên çavdêrî û parastinê yên peravê û şiyanên deryayî jî hatine bombebarankirin.
Ev operasyon piştî hewldana êrişeke ji nişka ve ya Supaya Pasdaran hat kirin.
Îranê 28ê Tîrmehê bi gelek mûşekên balîstîk hêzên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn kiribûn armanc.
CENTCOMê li ser wan mûşekan got, "Hemû mûşekên Îranê bi awayekî serkeftî hatin têkbirin."
“50 hezar leşker amade ne”
Artêşa Amerîkayê daxuyand ku niha zêdetirî 50 hezar leşkerên Amerîkayê li seranserê Rojhilata Navîn hatine bicihkirin.
Artêşê destnîşan kir ku ev leşker "gelekî hişyar, baldar, kujer û amade ne."
Li aliyê din, medyaya Îranê ragihand ku di pêla nû ya êrişên bi mûşekan ên Amerîkayê de herêmeke niştecihbûnê ya li Girava Qişmê ya Îranê hatiye bombekirin û êriş li seranserê başûrê Îranê hatine kirin.
Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê da zanîn ku li Ehwaza parêzgeha Xûzistanê dengên teqînên bihêz hatine bihîstin.
Ajansê diyar kir ku ji ber êrişê li hinek deverên bajêr kareba qut bûye.
Urdinê doh ragihand ku wan 5 mûşekên Îranê têk birine.
Supaya Pasdaran a Îranê jî angaşt kir ku wan baregeheke asmanî ya Amerîkayê ya li Urdinê kiriye armanc.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin