Amerîka: YPG ji ber têkiliya malbatî diçe Efrînê

Amerîka: YPG ji ber têkiliya malbatî diçe Efrînê

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert da xuyakirin ku tiştê li Efrînê diqewime têkoşîna dijî DAIŞê asteng dike û got, ‘Em dibînin ku hin hêzen em bi wan re dixebitin, ber bi Efrînê ve diçin. Li wir têkiliya wan a malbatî heye.

A+A-

Nauertê diyar kir ku li herêma rojhilatê Sûriyeyê hin endamên YPGê yên dijî DAIŞê şer dikin, ber bi Efrînê ve diçin û got, "Tiştê ku li Efrînê diqewime dihêle ku li şûna têkoşîna dijî DAIŞê bala xwe bidin aliyekî din."

Berdevka amerîkî bal kişand ser ku agahiyên wan derbarê rêkeftina YPG û artêşa Sûriyeyê de tunene û li ser çûna hêzên YPGê ber bi Efrînê ve jî wiha axivî:

"Em dibînin ku hin hêzên em bi wan re kar dikin, ber bi Efrînê ve diçin. Têkiliyên wan ên malbatî hene, li wir girêdana wan a malbatî heye; dibe ku yek ji sedema vê ev be. Dubare em dibêjin, ev bala wan dide aliyekî din, lewra em niha nikarin wekî berê têkoşîna dijî DAIŞê bikin."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin