Amedsporê şampiyoniya xwe bi ahengeke mezin pîroz kir

Amedsporê şampiyoniya xwe bi ahengeke mezin pîroz kir

.

A+A-

Tîma Futbolê Amedspor a nûnertiya bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê di lîga duyem a Federasyona Futbolê ya Tirkiyê (TFF) Koma Sor de dike, bi ahengeke mezin merasîma wergirtina Kûpaya Şampiyoniyê li dar xist.

Di şahiya Amedsporê ya li Stadyuma Diyarbekirê birêve çû de, bi deh hezaran alîgirên Amedsporê beşdarî kirin û bi govend û dîlanan kêfa şampiyoniyê derxistin.

Di ahenga pîrozbahiyê de hunermend Jehrmar, Bajar, Şiyar Berwarî, Helîm Omerî, Azad Bedran, Pervîn Chakar û Xêro Abbas jî bi stranên ji alîgir û hezkiriyên Amedsporê re demeke xweş dan derbas kirin.

Bi sedema ku di merasîmê de Serokê Amedsporê Ezîz Elaldî ji bo piştgiriyê pîrozbahî li serok û kesayetên siyasî kir û navê Selahattîn Demirtaş negot, alîgiran bertek nîşan da û Serokê Amedsporê neçar ma bêje: “Herwiha em spasiya Serok Selo dikin ku her tim bi dil û can bi me re ye.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin