Amed: Çima tenê lale Çilmisîn?

Amed: Çima tenê lale Çilmisîn?

Werxuya ye Qeyyûmê Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê Cumalî Atîlla tahammula wî ji wan hersê rengan ku alaya Kurdistanê tîne ber çavên wî re nemaye, ku herroj wexta diçe şaredarêyê tên ber çavên wî.

A+A-

Hat ragahandin, Midûriyeta Park û Baxçeyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tehammula rengên kesk, sor û zer nekirîye û hemû laleyên zer ên li refûşan jêkirîye.

Di refûşa (di nava du rêyan) ji Seyrantepe heta Qada Şêx Seîd (Deriyê Çiyê) laleyên zer hatine jêkirin; ku avayîya Şaredarîya Mezin a Amedê li ser vê rêyê ye.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan dîyarkirîye û gotîye; dibe ku ji ber baranê laleyên zer pelên wan weşîyabin.

Werxuya ye qeyyûmê Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê Cumalî Atîlla tahammula wî ji wan hersê rengan ku alaya Kurdistanê tîne ber çavên wî re nemaye, ku herroj wexta diçe şaredarêyê tên ber çavên wî.

Qeyûm Cumalî Atîlla berê jî xwestibû navê Amedsporê bigehurîne bike Diyarbekir Beledîyespor lê liser îtîrazan gav paşve avêtibû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin