AMED - 74 kes bi tohmeta DAIŞê hatin desteserkirin

AMED - 74 kes bi tohmeta DAIŞê hatin desteserkirin

.

A+A-

Bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Amedê li 23 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, îro 5ê Gulanê bi hinceta “endamtiya DAIŞê” 74 kes hatin desteserkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê, bi hevkariya Şaxa Terorê ya Rêveberiya Ewlekariya Amedê û MÎTê derbarê çalakî û xebatên DAIŞê de lêpirsîn da destpêkirin.

Li gor medyaya fermî ya Tirkiyê, di encama lêpirsînê de hat tespîtkirin ku DAIŞ li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di bin navê “Kovara Rewişt û Sinetê”( Ahlak ve Sunnet Dergisi) de xwe ji nû ve birêxistin dike û xwe ava dike.

Medyaya fermî ya Tirkiyê day xuyakirin ku “Wîlayeta Şamê” ya DAIŞê, li Tirkiye, Gurcistan, Azerbaycan, Iraq, Malî, Sûdan, Cezayîr û Lîbyayê kar dike.

Hatiye ragihandin, ku endamên DAIŞê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi navê “Koma Cîhadê” komek ava kirine û li Gurcistanê perwerdeya leşkerî wergirtine.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê, di çarçoveya lêpirsînê de derbarê 92 kesan de biryara desteserkirinê da.

Hêzên emnî îro 5ê Gulanê, li 23 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bo desteserkirina 94 kesan dest bi operasyonê kirin û di operasyonê de heta niha 74 kes hatine desteserkirin.

Di operasyonê de hejmareke zêde çek û weşanên rêxistinî hatin girtin û bo desteserkirina 18 kesên din jî operasyon berdewam e.

Herwiha polîs li Amed, Mûş, Yalova û Edenê bi ser nûnertiyên Kovara Rewişt û Sinetê de girt û li navendên wan dest bi lêgerînê kir.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin