Amarên giştî yên karesata Şengalê

Amarên giştî yên karesata Şengalê

Êrîşa çekdarên DAIŞê rê ji karesatek mezin re vekir. Bi hezaran kes derbeder bûn, sedan kes hatin kuştin, bi hezaran jî hatin revandin û ew kirin kole di bazaran de firohtin.

A+A-

Roja 3ê Tebaxa 2014ê, ji bo Kurdên Êzidî yên li herêma Şingalê, jiyan ji nişkê ve serûbin bû. Êrîşa çekdarên DAIŞê rê ji karesatek mezin re vekir. Bi hezaran kes derbeder bûn, sedan kes hatin kuştin, bi hezaran jî hatin revandin û ew kirin kole di bazaran de firohtin.

2 sal li ser karesata Şingalê re derbasbûn. Di 20ê Kanûna 2014ê de beşekê navçeyê û di 12ê Mijdara 2015ê de jî navenda Şingalê hatin rizgarkirin. Lê hê jî Şingal wêran e û nehatiye avakirin.

Rêveberiya Herêma Kurdistanê behsa parêzgehkirina Şingalê dike. Qaymiqamê Şingalê Mehma Xelîl jî dibêje, ji bo ji nûve avakirina navçeyê 10 milyar dolar pêwîste.

Heta niha tenê 3 berpirs ji ber bêxemiya ewlekariyê hatine cezakirin ku ew jî li ser fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, hatine binçavkirin.

Amarên giştî yên karesatê jî wiha ne:

- 430 hezar kes koçber bûn

- 140 hezar kes reviyan Çiyayê Şingalê

-  290 hezar kes li bajarên din ên Başûrê Kurdistanê bicîh bûn

- 6 hezar kes hê jî wenda ne. Ji van 3 hezar 455 jin û 2 hezar 800 kes jî zilam in.

- 65 hezar kes bûne penaber

- Hezar û 800 kes hatine kuştin

- 400 kes tenê li gundî Koço hatine gulebarankirin

- Li 25 cihên cûda komkujî hate kirin

- 21 gorên bi komî hatine dîtin

- 2 hezar 745 zarok bê dayik û bav man

- 600 zarok û pîr û kalan di rêya Çiyayê Şingalê de jiyana xwe jidest dan ledestdan

- Heta niha 2 hezar û 640  kes hatine rizgarkirin. Yên hatine rizgarkirin 953 jin û keçên ciwan, 328 zilam, hezar û 441 kur û 684 keç in

- Hezar û 400 zarokên Şingalî di destê DAIŞê de weke leşker tên perwerdekirin

- Heta niha 208 Kurdên Êzidî di rêya penaberiyê de li Derya Ege xeniqîn û 460 kes jî wenda ne

- 400 kes li welaten cûda di girtîgehan de ne

- ji sedî 80ê navenda Şingalê hilweşiya

- 14 peristgeh û cihên pîroz hatine xirakirin

- 44 mezargehên pîroz hatin teqandin

- Kargeha Çîmento ya Şingalê hate wêrankirin

- 2000 bîrên avê hatine jinavbirin

- Bi hezaran donim erdê çandinê hate têkbirin

- 3 kilîseyên Mesihiyan hatin hilweşandin

- Heta niha jî ji sedî 20ê axa Şingalê di destê DAIŞê de ye. Gundên Gir Ûzêr, Koço, Hatemiyê, Sîba Şêx Xidir û 15 gundên din hê jî nehatine rizgarkirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin