
Almaz Romî bû Seroka Şaredariya Kobaniyê
.
A+A-
Almaz Romî ji aliyê Hikûmeta Sûriyeyê ve wekî Seroka Şardedariya Kobaniyê hat destnîşankirin û îro destnîşankirina wê li Helebê bi awayê fermî tê ragihandin.
Çavkaniyeke taybet a ji Kobaniyê ji Rûdawê re da zanîn ku Almaz Romî îro diçe Helebê û dê civînek bê lidarxistin û destnîşankirina wê bi awayê fermî were ragihandin.
Li gorî heman çavkaniyê, navê Almaz Romî ji 20 rojan ve ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatibû pêşinyarkirin.
Almaz Romî ji gundê Helencê yê Kobaniyê ye û berê li Hevserokatiya Jîngehê ya Kantona Firatê bûye.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin