Ala Neteweyên Yekbûyî ji bo şîna Reîsî daxistin nîvî

Ala Neteweyên Yekbûyî ji bo şîna Reîsî daxistin nîvî

.

A+A-

Ala Neteweyên Yekbûyî ya li ser avahiya navendî ya New Yorkê ji bo şîna Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ku di qezaya helîkopterê de roja Yekşema borî can dabû, hate daxistin.

Di merasîma li ser mirina Reîsî ya li navenda NY hate lidarxistin de, ala NY ya li ser stûnê ber avahiya New Yorkê wekî şîngirtin heta nîvî hate daxistin.

Di merasîmê de Nûnerê Daîmî yê NY yê Îranê Amir Seîd Îravanî û rayedarên protokolê yên Neteweyên Yekbûyî beşdarî kirin.

20ê Gulanê jî Endamên Konseya Ewlekariyê yên NY deqeyekê ji bo rêzgirtina giyanên Reîsî û hevalên wî yên di helîkopterê de can dane rawestiyabûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin