Abbas Vali: Ocalan 27 sal berê di hevdîtina me de gotibû, têkoşîna çekdarî gihîştiye qonaxa dawî

Abbas Vali: Ocalan 27 sal berê di hevdîtina me de gotibû, têkoşîna çekdarî gihîştiye qonaxa dawî

.

A+A-

 Akademîsyenê naskirî yê Kurd Prof. Abbas Vali diyar kir ku Abdullah Ocalan 27 sal berê jê re eşkere kiriye ku “dema têkoşîna çekdarî gihîştiye qonaxa dawî.”

Navenda Pêşxistina Kurd (Centre for Kurdish Progress) li Parlamentoya Brîtanyayê, bi navê “Rêya Aştiyê: Tirkiye, Kurd û Îstiqrara Herêmî li Rojhilata Navîn” panelek li dar xist.

Akademîsyen Abbas Vali di panelê de derbarê pêvajoya çareseriyê axivî.

Vali behsa hevdîtineke xwe ya bi Ocalan re kir û wiha got:

“Pêvajoya çareseriyê li Tirkiyeyê xwedî dîrokeke gelekî kevn e. Di Kanûna 1998an de li Romayê derfeta min çêbû ku ez bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim.

Sedema serekî ya hevdîtina me jî bi temamî ev bû; pêvajoyeke muhtemel a aştiyê li Tirkiyeyê.

Di wê hevdîtina me ya 5 saetan de, Ocalan gelekî zelal got; 'Têkoşîna çekdarî ketiye qonaxa xwe ya dawî.

Ne dewleta Tirk û ne jî gelê Kurd dê bi serkevin. Serkeftiyê vî şerî nîne.

Lewma divê em rêyeke din bibînin da ku ji vê girêka kor rizgar bibin.' Û wî ev daxuyanî tam 27 sal berê li Romayê da.”

Vali da zanîn ku peyama Abdullah Ocalan ya derbarê hilweşandina PKKyê jî wisa ye:

 “Ji ber guherîn û veguherînên jeopolîtîk ên li herêmê, şert û mercên têkoşîna çekdarî ya ku di sala 1984an de hatibû destpêkirin, îro rastiya xwe ya cîbicîkirinê ji dest daye.”

Akademisyen Vali her wiha diyar kir ku ew bi temamî beşdarî vê nêrîna Ocalan dibe.

Prof. Dr. Abbas Vali behsa karvedanên peyama Abdullah Ocalan jî kir û wiha domand:

“Li aliyekî argumana dewleta Tirk a ‘Tirkiyeya bêteror’ heye, li aliyê din jî helwesta Kurdan, ango di çarçoveya Komareke Demokratîk a Tirkiyeyê de; argumana çareseriya demokratîk ji bo Pirsgirêka Kurdan li Tirkiyeyê heye.

Ev her du arguman an jî helwestên hatine wergirtin, ji hev cuda ne. Ji bo pêkhatina wan jî şert û mercên cuda hewce ne.”

“Argumanên Kurdan û dewletê ji hev gelekî dûr in”

Vali destnîşan kir ku ji bo Kurdan niha rewşeke ku du aliyên wê yên cuda hene di rojevê de ye û domand:

“Qebûlkirina bidawîanîna li têkoşîna çekdarî û çekdanîn, ji bo Kurdan du tiştên bi tevahî ji hev cuda ne.

Çekdanîn, tê wateya encama ku di dawiya dan û standinên demokratîk de tê bidestxistin.

Eger dan û standin di hemû şert û mercan de bigihîjin serkeftinê, dê xatir ji çekan bê xwestin û bên danîn.

Ev ji bo dewleta Tirk tê wateya rovanşeke cuda. Ji bo dewleta Tirk, çekdanîn pêşmerca destpêkirina dan û standinan e. Ev her du nêzîkatî yan jî alî ji hev gelekî dûr in.”

“Ev pêvajo li gorî pêvajoya berê ji nîqaşên demokratîk re girtî ye”

Prof. Dr. Abbas Vali amaje bi cudahiyên pêvajoya niha û ya sala 2013yan jî kir û wiha got:

“Di sala 2013yan de pêvajoyeke demokratîk a gelekî vekirî hebû. Pêvajo dihat nîqaşkirin, semîner û hevdîtin dihatin lidarxistin.

Ji xwendekar, siyasetmedar û hemû beşên civakê beşdarî hebû. Niha ne wisa ye. Bêdengiyeke mezin heye.

Di nav pêvajoyê de nîqaşeke demokratîk nîne. Ez di vî warî de ne tenê dewleta Tirk sûcdar dikim lê di heman demê de tevgera Kurd jî sûcdar dikim.

Tevgera Kurd heta niha ji bo vekirina pêvajoyeke demokratîk hewldaneke mezin nekiriye.

Di encamê de, ev bêdengî niha alîkariya siyaseta otorîter dike.

Ji ber vê yekê girîng e ku li Tirkiyeyê derbarê doza Kurd de mesele ji bo nîqaşeke demokratîk bê vekirin.

Bi xemgînî dibêjim lê ev mijar ji serokê partiyekê û îdeolojiya rêxistinekê zêdetir xwedî girîngiyeke jiyanî ye.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin