8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê Pîroz Be!..

8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê Pîroz Be!..

.

A+A-

a-008.jpg

Abuzer Bali Han -Lêkolînêr

8 ê Adarê roja jinên cîhanê ye! Ji bo çi 8 ê Adarê ji aliye jinên cîhanê ve wek rojek têkoşin û çalakiya jinan bi kar têye? Sala 1857 an û 8 ê meha adarê çil hezar jinên karkir li New Yorkê di fabrîka xavûcav (tekstîl) de xwestina xwe ya ji bo jiyanek mirovetî, li dijî mercên karê dijwar kar berdan. Karberdana (grew) karkerên jin rastî êrîşa polesan hat!. Di êrişê de 129 jinên karker jiyana xwe wenda kirin. Bi hezaran karkir jî birîndar bûn…

Ji wê rojê pêda têkoşîna jinên cîhanê karker her berdewam dibe. Li hemî cîhanê mafê jinan li gor mafê mêran wê deme pir hindik bû. Li pir ciyan dema jin kar dikin, ji mêran hindiktir peran digirin. Li civatên demokrasi û wekhevî pêşda çûyîn mafên jin û mêran hêdî wek hev bûne. Lê li welatên paşda mayîn çi ji aliye aborî çi aliye çînatî (sinifî) mafên jinan li gor mafê meran ne wek hevin. Jin hem aliye darayî (pere) him jî, ji aliye mafên mirovatî bêpar hatine hîştin! Ji bo vê sedemê yê ku 8 ê Adarê ji aliyê jinên cîhanê ve wek roja têkoşîn, berxwedan û mafên xwe yên demokratik hemiyan bigirin çalakiyên xwe pêk tînîn. Ew roj li hemî cîhanê ji aliye jinên şoreşger û demoqrat ve têt pîroz kirin. Di vê rojê de li ser rewşa jinên cîhanê çalakiyên wek xwepêşandan, konferans û semînêrên li ser mafên hemî mirovan tên amade kirin.

Koma Yeketiya Netewan hemiyan bi hevre li sala „1975“ an biryar girtin ku ew roj roja „Jinên Cîhanê“ bête nasin û bi çalakiyan betê pîroz kirin. Ew roj wek roja kar berdayîn û vehêsîn ji aliye hemî dewletan va hate pejirandin. Dîsa Saziya Neteweyên Yekbûyî di roja 16 yê Berfenbara sala 1977 an de biryar girtin ku roja 8 ê Adarê bibe „Roja Jinên Cîhanê“. Biryar hat pejirandin (qebulkirin) û ji hemî cîhanê re hat ragihandin (îlankirin). Wê demê vir de hemî jinên cîhanê 8 ê Adarê pîroz dikin. Di wateya pîrozkirinê de têkoşîna jinan sedsalan vir de berdewam dike ya ji bo azadî û xwestekên xwe yên rojane, di çalakiyên vê rojê de xwe dide diyarkirin. Ew roja jinên cîhanê di destpêka salên 1970 yî şunda li Tirkiyê û li Kurdistanê jî di nav jinan de hat nasîn. Ji salên 1980 yî pêda jinên Kurdistanê di hem aliyê civakî de û hem jî di aliyê şervaniya xwe de bûn pêşêngên jinên cîhanê…

Lê ez dikarim bêjim di aliyê şervaniya azadixwaz de jinên Kurdistanê yê bibin mînakek balkêş di nav hemî jinên cîhanê de. Lê dîsa jî jinên Kurd di nav civata me ya paşdamayî de hemî mafên xwe yên mirovetî negirtine. Nexwendin, bê pîşeyî û pir caran jî bê maf mayîn pişta jinên Kurd xwar dike. Ew jî jinan bêtir dipelixîne û paşda dihêle.

Lê di hin ciyên civata Kurd de û di nav tevgera şoreşgerî de ferqa jin û mêran hêdî nemaye û kêm û zêde ferq rabûye. Armanc ew e, ku di nav civata Kurd de ferqa jin û mêran rabe û hemî wek hevûdu bijin û bi hevra bibin alîkar. Di civatek Kurdîstanî nûjen de çi mêr dibe û çi jin dibe hemî wek hev bijîn û ji mafên demoqrasi hemî wekhev bin! Dema wek hevî hebe, rabûn û pêşva çûna welat jî baş dimeşe!..

Ew gotina mêr û jinan ya wekhevî di meteloka (gotina bapîran) rûspiyên Kurd de xwe wûsa nîşan dide: ”Şêr, şêr e! Çi jin e, çi mêr e!..”

JINÊN ME

“Şêr şêr e, çi jin, çi mêr e!” li dinê
Her camêr bi piştmêreka xwe,
Hêza xwe du qat dike bi jinê!
Jin, jiyan e, wek niştiman e,
Hêja ye, ew dayka zarokan e!
Di kiteba wan de hezkirin heye,
Bingeha civakê bes ew bi xwe ye!..
    Jinên me yên mihrîban,
    Ewna ji canê xwe can
    Jiyanê didin  mirovan.
 
Çi wext destpêkirye naye zanîn,
Di deftera wan ya reş nivîsîn de
Qedera kilamên sewdayê heye!..
    Gelek hêsan têye zanîn,
    Di prangeyên jengarî de,
    Dibînin xewnên azadiyê!..

Bila di bin nîran de mayîn alîkî be,
Jiyanek bê rûmet li seriyê wan bela ye,
Ma wateya jiyanek wusa çi sûd lê heye?
    Dema duqatî car tên çewisandin,
    Heroj şehîd bûna zarokan dibîzin,
    Berxwe didin, di kilamên êvînê de!..

Kesa bi dilê bê tirs, dayika şehîdan! 
Dibêje: Bimeşin hevalino, pêşiyê de,
Ewna mil bi mil êrîş dibin ser neyaran!
    Hin firiyan ber bi stêrikan,
    Li paş xwe şopek giran
    Mîras hîştin, çûne asûman!..

Ji wan yek di çavên neyaran de
Gilmitek di dilê reşbîn de bû,
Xwedêwenda berbanga mor de!..
    Dema wê gazî dikir,
    Peyva xwe ya dawî,
    Di dilê xweyî zelal de...

Digot: “Ew canên fîda ji welat re qurban!”
Qîriniya wê ya wê demê di guhan de ma!
Ewa bû pêteka agirî û ber bi Xwedê firî!..
    Paşê wê bi peyva xwe ya hêz
    Dengê xwe gelek bilind kir,
    Ew gotin carek dîn ducar kir.

        “Şêr, şêr e,
        Çi jin e,
        Çi mêr e!..”

Ew jinên Kurdan destanan diafirînin,
Ewên ku tacê serê me, emra fîdatiyê
Di rihên xwe de qasî ordî ew pir in!..

        Ewên ku şewitîn!
            Bi şewat,
            Şewqa xwe
                    Wan dayê    
                Ser welat!..
8 ê Adarê roja jinên cîhanê em Kurd hemî bi hevra carek dîn piroz dikin û li gel têkoşîna jinên cîhanê refên xwe digirin!..

Abuzer Bali Han
Ligel silav û rêz!

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin