69 sal derbas bûn: Celadet Elî Bedirxan…

69 sal derbas bûn: Celadet Elî Bedirxan…

Îro 69emîn salvegera koça dawî ya zimanzan û nivîskar û çêkerê alfbaya Kurdî ya bi tîpên latînî, Mîr Celadet Elî Bedirxan e.

A+A-

Celadet Bedirxan di 26ê Nîsana sala 1893an de li bajarê Stenbol a Tirkîyeyê ji dayik bû. Bedirxan di 15ê Tîrmeha 1951ê de, li Şama paytexta Sûrîyê koça dawî kir. Di 58 salên jîyana xwe de, Celadet di hemû waran de xizmeteke bê hempa pêşkêşî ziman û çand û edebîyata gelê xwe kir.

Celadet Bedirxan di qada kultûr û edebîyata Kurdî de, wek cotkarek zevîyekê cot bike, xebitî û bi berhem û xebatên xwe bû yek ji bingehdarên edebîyata Kurdî ya hemdem.

Celadet Bedirxan hîn dema ku temenê wî biçûk bûye derbider û koçber dibe. Di sala 1930î de li Şamê bi cih dibe û dest bi têkoşîneke niştimanî û edebî dike.

Celadet zimanzanekî mezin bû. Ji xeynî zimanê kurdî, wî bêtirî 7 zimanên din jî zanîbû. Yek ji destkeftên wî yên herî berçav, çêkirina elfabêya kurdî ya Latînî bû û danîna rêzimanekê ku nûserên Kurd xwe bispêrin wê û bikar bînin. Tevî hin kêmasîyan, lê em dikarin bêjin ku Celadet bi vê xebata xwe hîmê rênivîsa Kurmancî ya modern danî.

Herwiha Celadet hin kovarên kurdî yên astbilind û hêja damezrandin û weşandin, nexasim kovarên Hawar û Ronahîyê ku bi sernivîskarîya wî derketin û piranîya ronakbîrên Kurd ên wê demê li dora xwe civandin.

Celadet gelek berhemên giranbuha li pey xwe hiştin, wek: Rêzana Elfabêya Kurdî, Rûpeline Elfabê, Nimêjên Êzdîyan Bi Dîbaca Wî, Mektûbek ji Mistefa Kemal Re, Gramêra Zimanê Kurdmancî, tevî Rojê Lîsko û gelek berhemên din. Celadet Bedirxan hestyar û dilnazik jî bû û komek helbestên klasîk û nûjen ên balkêş nivîsandin.

Celadet Bedirxan hertim dixwest berê xort û keçên Kurd bide xebat û têkoşîna ji bo pêşketin û rizgarîya Kurdistanê û hewl dida xortên Kurd nekevin jêr kartêkirina kesên dixwazin xortan sar bikin û dilê wan ji kar û xebatê bihêlin.

Di hejmara 18an a Kovara Hawarê de, ku sala 1933an li Şama paytexta Sûrîyê derket, Celadet wiha dibêje:

"Xorto! Holê bixebite, yan bi xwe çêke yan Elîkarîya ewan bike ku çêdikin, ava dikin. Lê eger tu nikarî bi xwe çêkî, ne jî Elîkarîya çêkiroxan bikî hingê bi yên çêkirî şa û kêfxweş bibe. Ji ber ku ew ji bona te, ji bona miletê te hatine çêkirin. Wekî tu dixebitî dexeskar ji dora te kêm nabin. Tu guh nede wan. Xebata te mîna dengekî ye. Ma deng bi pifkirinê tête vemirandin. Keda te mîna çirayekê ye. Ma çira kengî bi deng û pêjinê temirî ye. Dengê te ku ji pifkirinê natirse, ewê her bilindtir, çira te ku bi pêjinê nalerize ewê her geştir bibe."

Celadet ku ji Botan û Kurdistanê hatibû mişextîkirin û dûrkirin, herdem di nav agirê bêrîkirina welêt de dişewitî.

Di Bêrîya Botanê de, Celadet wiha dibêje:

"Ka westanî ka Qesara ka kanî

Kanîn zozan, cihên bilind kebanî

Ewan jî bit kanî Beko, ka nêreng

Kanîn ew bezm, kanî bade, kanî beng

Kanî lo lo, lê lê li kû, kanî deng

Kanîn çeper, bestî li kû, ka celeb

Kanî dîwan, ne dîyar e xafa mîr

Ka çîrokbêj, dengbêj li kû kanî pîr

Şax li kû ma, ka Berwarî, ka Dêrgul

Tu tişt nema, vemirîne deng û gul."

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin