30ê Adara 1947an

30ê Adara 1947an

Werin em îsal 72yemîn salvegera bibîranîna şehîdbûna Pêşewa Qazî Mihemed ji qelema şehîdê nemir Ebdurrehman Qasimlo seh bikin.

A+A-

Di meha befranbara sala 1325 (kanûna pêşîn 1946)an da, dadgeha Pêşewa Qazî û Huseyîn Seyfî Qazî dest pê kir. Di roja 9ê befranbarê (30ê kanûna pêşîn 1946ê z.) da Sedrî Qazî jî ji Tehranê anîn Mahabadê û kirin zîndanê û bi vî awayî hersê Qaziyan bi hev ra mehkeme kirin. Dadgeh nehênî bû, nedihîştin kesek bizane ka gelo di dadgehê da çi diqewime.
Li milekî din jî, dema ku Pîşewa Qazî û hevalên wî daxwaz kirin ji xwe re parêzer (avukat) bigrin, ev daxwaza wan ji aliyê dadgehê ve hat redkirin. Serokê dadgehê serheng Fîrûzî, li hemberî tevgera demokratîk a gelê kurd û şexsê Pêşewa gelek bi kerb û kîn bû. Beriyê jî di zemanê Komara Kurdistanê da wekî nûnerê leşkerê Îranê hatibû Mahabadê. Bi ser van tevan ra dadgeh nehênî bû û nehiştin Pîşewa û hevalên wî ji xwe ra parêzer jî bigrin û bê rizayê wan parêzerekî ji wan ra tayîn kirin. Roja 19yê meha befranbarê (9ê kanûna paşîn 1947 z.), Pêşewa xweparastineka bi rêk û pêkî û azayane kir. Wê 14 saetan domand û dadgeha resmî ya leşkerê Şah red kir. Ew sened û belgeyên ku di dest da hene û heta yên bi destê dijminê gel jî hatine nivîsandin, bi başî nîşan didin ku Pêşewa bi ruhiyetê mesûliyeteka mezin ku dîrok kiribû ser milên wî, qasî ku di daxilê quweta wî da bû û ew şert û mercên dadgeha resmî ya leşkerî rê didan, daxwazên gelê kurd û armanca Partiya Demokrat a Kurdistanê û her wiha ew gavên Komara Kurdistanê bi mêrxwasî avêtibûn parastin.
Ji roja yekê ya şikestina Komara Kurdistanê ve, ji Pêşewa Qazî ra du mesele gelek baş zelal bûbûn: 
Yek: wî baş dizanî ku mirin li hêviya wî ye, tecrûbeyên bi salan ên xebata gelê kurd jê ra dabû xuyakirin ku li hemberî dijminekî zordar û fêlbaz e, ku bi xwîna wî û yên wekî wî têhn e. Ji ber vê jî ji roja girtina xwe ya yekê heta roja biryara dadgehê ya resmî, têkoşî ku xwe berpirsiyarê bûyeran û hemî gavavêtinên Komara Kurdistanê bihesibîne. Qazî dixwest bi vî awayî hem li ser rê û armancên partiyê û gel wefadar bimîne û hem jî çiqas jê bê barkirina tawanên ser hevalên xwe kêm bike û belko bikare cezayê wan hinek siviktir bike.
Dudu: Pêşewa Qazî, gelek baş dizanî ku yê tê mehkeme kirin ne şexsê Qazî Mihemmed e, belko tevgera demokratîk a gelê Kurdistanê ye. Armanc û daxwazên gelê kurd yê zorlêkirî ye ku dadgeha eskerî ew tawanbar dihesibîne. Her ji ber vê jî wekî rêberekî serbilind û zana li hemberî xwinmijiya rejîma Şah bi qehremanî sekinî û Komara Kurdistanê parast.
Dijminên gel gelek hewil dan ku Qazî bînin ser wê noqteyê ku bêje ez ji kirinên xwe poşman im û daxwaza lêborînê bike û li hemberî wan bikeve ser çokan. Lê Pêşewa Qazî, dadgeha eskerî û karbidestên artêşa şahînşahiyê kir ser çokan û ew naçar kirin ku li hemberî mezintî û azatiya wî serî bitewînin. Heta roja îdamkirina xwe jî, ku ne temaşevan li wir hebûn, ne parêzer û ne jî ew dadgeha wî mehkûm kiribû dadgeh bû, li ser nizmayetiyeke ku li gelê kurd hat kirin, Pêşewa Qazî kursiyek girtibû û li serê sawciyê eskerî xistibû. Ne tenê kevneperestên Îranê, belko axayên wan ên biyanî, emperyalîzma Emerîkayê û Ingilîz jî hê bi hêvî bûn ku Qazî Mihemmed bixapînin û karekî wisan pey bidin kirin ku ew pişta xwe bide wan kar û kirinên xwe, za‘af nîşan bide û teslîmê wan be. Lê Qazî Mihemmed vê carê jî neket bin bar û pêşniyarên nûnerê emerîkî ku deh roj beriya îdama wî çûbû balê, Qazî pêşniyarên wî red kiribûn. Ew, ne bi derketina li dijî tehdîdên wan tirsiya û ne jî soz, peyman û belêniyên wan tiştekî hesêb kirin. Pêşewa Qazî ji wê sonda ku di 24ê rêbendana sala 1324 (13yê sibata sala 1946ê z.)an da xwaribû re wefadar ma, şehîd bû, ew di dilê gelê kurd de serbilind dijî.
Roja 3yê rêbendana 1325 (23yê kanûna paşîn 1946ê z.)an, yanî sal û rojek piştî ku serokkomar bê helbijartin, Pêşewa Qazî û hevalên wî mehkûmê îdamê kirin. Lê bicihanîna hukmê îdamê paşde avêtin. 66 roj bi ser re derbas bû û heta roja 10ê xakelêweya 1326 (30ê adara 1947ê z.)an ew hukum li Mahabadê hat pêkanîn.


Kurmancîya wê: Zîya Avci

Çavkanî:

40 Sal Xebad Di Rêya Azadîyê da

Ebdurrehman Qasimlo
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin