
27 sal in xeber ji koçberê Kurd nayê
.
Koçberekî Kurd ê ji Kerkûkê yê ku birayê tikîtenê yê 5 xwişkan e, çûye Ewropayê û ev 27 sal in ku pêwendiya wî û malbata wî nemaye.
Malbata wî alîkariyê dixwaze û dibêje ku şiyana wan a darayî nîne ji bo ku li dû wî bigerin.
Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Îraqê jî diyar kir ku welatên Ewropayê li kesên ku temenê wan ê yasayî temam bûye nagerin, tenê heke wî kesî sûcek kiribe lê digerin.
Faxir Mihemed Ehmed nîştecihê Kerkûkê ye û di dema desthilata berê ya Îraqê de, dema ku li gorî yasayan neçar bû here leşkeriyê, ji Kerkûkê reviyaye.
Faxir sala 1998an ji bo çûna Ewropayê Kurdistan terk kiriye.
Çîroka Faxir
Faxir sala 1971ê ji dayîk bûye û sala 1998an gihîştiye Swîsreyê. Xwişkeke wî diyar kir ku piştî ku Swîsreyê mafê welatîbûnê nedayê, birayê wê çûye Almanyayê.
Li gorî agahiyan, Faxir piştî salekê ji Almanyayê gihîştiye Fransayê û hewl daye ku derbasî Brîtanyayê bibe lê ji wê demê ve pêwendiya wî bi kesî re nemaye.
Saraya xwişka Faxir anî zimên ku wew herî dawî sala 1999an bi telefonê bi birayê xwe re şitexilîne û wî gotiye ku ew li Swîsreyê ye.
Pişt re sala 2000î hevalekî wî pêwendî bi malbatê re daniye û gotiye ku Faxir ji Almanyayê gihîştiye Fransayê da ku here Brîtanyayê.
Sarayê bangî berpirsên bilind ên hikûmeta Îraqê û Herêma Kurdistanê kir ku bi rêya pêwendiyên xwe yên li Ewropayê ji bo zanîna çarenivîsa birayê wê yê tenê hewl bidin.
"Nasnameyeke sexte bi navê Elî jê re hat şandin"
Sara li ser rewşa birayê xwe wiha peyivî: "Faxir ji Swîsreyê ji xeynî telefonê name jî ji me re dişandin û rewşa wî ya darayî gelekî baş bû.
Wî li wir daxwaz kir ku em nasnameyeke sexte bi navê Elî jê re amade bikin.
Me ew nasname li Kerkûkê amade kir û ji bo wî şand, êdî piştî wê xeber ji wî nehat."
Sarayê destnîşan kir ku bavê wê Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê bûye û li pey çû:
"Rewşa me ya darayî û jiyana me rê nade ku em li Almanya yan Brîtanyayê parêzerekî bigirin ku li dû Faxir bigere, lewma pêdiviya me bi alîkariyê heye."
Daxuyaniya endamê komîteya parlamentoyê
Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Îraqê Dr. Musena Emîn li ser vê mijarê ji Rûdawê re axivî:
"Ewropa ti girtiyan venaşêre, ew bi xwe parêzeran ji bo wan digirin û jê re dibêjin pêwendiyê bi malbata xwe re deyne. Loma egera girtina wî ya ji bo vê demeke dirêj nîne."
Musena Emîn destnîşan kir, eger wî kesî bîra (hafize) xwe winda nekiribe yan jî nexwaze malbata xwe bibîne, ew dikare pêwendiyê deyne û ev yek nakeve çarçoveya windabûnê.
Musena Emîn her wiha ragihand, welatên Ewropayê bersiva ti nivîsa bi rengê “Kesek winda bûye” nadin eger temenê wî yê yasayî derbas bûbe û got:
"Tenê dema ku li ser nivîsan li dû kesekî digerin ku wî kesî sûcek kiribe û bi belgeyan were peyitandin ku ew tawanbar e. Tenê wê demê ji bo dîtina wî alîkar dibin."
RÛDAW

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin