27 sal berê, weke îro raperîna Başûr destpê bûbû

27 sal berê, weke îro raperîna Başûr destpê bûbû

Li Başûrê Kurdistanê 27 sal berê, di 05 Adar 1991ê de li dijî zilma dagirkeriya rejima BAAS ya ku di bin îdareya Sedam Hisên de bû, gelê herêma navçeya Ranyayê serî hilda.

A+A-

 

DÎROKA RAPERÎNÊ

Di 5ê Adarê 1991an de li dijî dagirkeriya Iraq a di bin desthilatiya BAASê ku serokayetiya wî Sedam Hisên dikir Pêşmerge li gel gelên Kurdistanê li herêma Ranyayê dest bi raperînê kir.

RAPERÎN/SERHILDAN di 05ê Adara 1991ê de ji bajarê Ranyaya bi ser Silêmanî ve destpê kir. Serhildan di roja pêşî de herêmên Çarqurne, Deşta Bitwên, Hacîawa û Serkepan ji hêzên rejima BAASa dagirker rizgar kir.

raperin1.jpg

Di roja diduyan de (06 Adar) raperîn herêmên Bazîyan û Deşta Pişder rizgar kir. Roja 07 Adarê gelên nişteciyên Silêmanî di berbanga sibê de Emniyetxane ku bi navê Emna Sor meşhûr e û Qereqola Selam a ku bibûn şahidê êşkence û kuştina gelek têkoşerên keç û kurên kurd ji destê dagirkeran sitend. Di dîroka têkoşîna azadiyê ya Silêmanî de çîrokên herdû ciyan jî gelek in.

Di roja sêyem de, pêla bayê raperînê, herêmên Çemçemal, Erbet, Zariyan û Pîremegrûn da ber xwe. Di heman rojê de kontrola rêya navbeyna Silêmanî û Kerkûkê kete destê pêşmerge.

Roj bi roj serhildan berfireh dibû û axa Kurdistanê ji dijminê wî dihate pakkirin. Roja çaran ala serhildanê li bajar û bajarokên Koye, Şeqlewa, Soran, Hacîumran, Mêrgesor, Çoman, Spîlkan, Xelîfan, Herîr, Mesîf, Teqteq, Axçe û Qerehincîr bilind bû.

Di roja 11an de pişka serhildanê gihîşte Hewlêrê. Di heman rojê de hêzên dijmin ji herêmên Kesnezan, Dartû, Qûştepe, Şawês, Melaumer, Kevirgosk, Behrik û derûdorên wî herêmî hatin derxistin.

raperin2.jpg

Di rojên din de pêl û germa serhildanê gihîşte Xaniqîn û Celewla, ji wê berê xwe da ber bi deşta Mûsilê ve zivirand û di 12 Adarê de Mexmûr û Akrê, Bicil, Herêma Sirçûyan, Berdareş, Cînarte û Şêxan dijmin ji nav xwe avêtin. Agirê Raperînê di 13ê Adarê de germahiya xwe da Pirdê, Kelar û Cebar a herêma Germîyanê.

Gelê herêma Dihokê di roja 9an de, ango 14 Adarê kete ber pêlên bayê azadiyê û serîhildanê û Zawête, Sersing, Şiladizê, Amediyê û Bamernî azad kir. Roja 15 Adarê gelê Simêlka, 16 Adar Mexmûr û Qereço azadiya xwe îlan kirin. 18 Adarê derûdorê Pirdê, 19 Adarê herêma Kerkûkê ji hêzên dagirkerên BAASê hatin paqijkirin.

Roja 20-21 Adar di nav bajarê Kerkûkê de şerê giran diqewimî. Di dema ku agirê Newrozê li nav bajêr vediket di nav Qerargeha Xalid şerê dijwar hebû.

Di 27ê Adarê 1991ê de, Ordiya BAAS a dagirker, bi alîkariya dostên xwe êrîş bire ser Kurdistanê. Di heman rojî de Kerkûk carekî din kete destê dijmin.

Bi sed hezaran kurd ji ber zilma dijmin koçber bûn. Ji bo parastina canê xwe mecbûr man xwe avêtin bextê dijminên xwe yên Tirkiye û Îran.

 

Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê Mustafa Özçelik salvegera raperînê pîroz kir: 

Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Rêzdar Mustafa Özçelik, bi hilkefta 27emîn salvegera raperîna Başûrê Kurdistanê peyamek weşand.

Di peyama xwe de Özçelik wisa got:

"27emîn salvegera Raperîna Başûrê Kurdistanê pîroz be. Helepçe û Enfalan nikaribû rê li ber Dewleta Federe ya Kurdistanê bigire. Dagirkirina Kerkûkê jî dê nikaribe rê li ber serxwebûna Kurdistanê bigire. Kerkûk dê bê rizgarkirin û serxwebûnê jî dê bê îlankirin; şika me ji vê tune ye."

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin