"102 sal berê nêzikî milyon û nîv Ermenî bi plankirî hatin qetilkirin"

"102 sal berê nêzikî milyon û nîv Ermenî bi plankirî hatin qetilkirin"

PAKê bi minasebeta 102 salvegerîya jenosîda Ermenîyan bi daxuyanîyekê rûreş kir.

A+A-

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê ) bi minasebeta 102 salvegerîya jenosîda Ermenîyan di 24.04. 2017 de daxuyanîyekê belav kir û jenosîdê rûreş kir.

PAK di daxuyanîya xwe de dibêje; “Dewleta Osmanî di sala 1915an de nêzikî 1.5 milyon Ermenî bi awayekî plankirî qetil kirîye û Jenosîda Ermenîyan jenosîdeke mezine di nav jenosîdên di cîhanê de.”

PAK di berdewamîya daxuyaniya xwe de dibêje; “Komara Tirkiyê ku li ser mîratê Osmaniyan ava bûye, heta nuha ev jenosîda li ser Ermenîyan jî, û qetlîamên li ser Kurdan jî wek qirkirina miletekî, wek jenosîdekê qebûl nekirîye.”

Ew di salvegera 102an ya jenosîda Ermenîyan de careke din Dewleta Osmanî û "İttihat Teraki" bi tundî rûreş dikin. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin