Zêbarî: Valahiya ewlehiyê sedema sereke ya bihêzbûna DAIŞê ye

Zêbarî: Valahiya ewlehiyê sedema sereke ya bihêzbûna DAIŞê ye

.

A+A-

 Şîretkarê serbazî yê Serokê Herêma Kurdistanê Babekir Zêbarî got, sebeba sereke ya bihêzbûna dubare ya DAIŞê nebûna hevkarî û hemahengiyê ye di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Şîretkarê serbazî yê Serokê Herêma Kurdistanê, Babekir Zêbarî ji BasNewsê re daye xuyakirin, danûstandinên di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Iraqê de pir baş pêşde çûne lê divê di mijara rêkeftina Hewlêr û Bexdayê de lez were kirin, çimkî nebûna hemahengî û hevkariya serbazî û ewlehiyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de valahiyeka mezin çêkiriye.

Babekir Zêbarî got, ew valahiya ewlehiyê sebeba sereke ya bihêzbûna dubare ya DAIŞê ye li tevahiya Iraqê. Ji ber wê jî êriş û çalakiyên terorîstî yên DAIŞê roj bi roj zêde dibin.

Zêbarî diyar kir, ziyanmendên yekem yên êrîşên DAIŞê, deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê ye. Xelkê wê deverê dest ji mal û warê xwe berdane û koçber bûne û di rewşeke zehmet de dijîn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin