Zêbarî: Hêzên mîlîsên çend dewletan êrîşê Kurdistanê kirin lê biserneketin

Zêbarî: Hêzên mîlîsên çend dewletan êrîşê Kurdistanê kirin lê biserneketin

.

A+A-

Serokerkanê berê yê Iraqê û hem şêwirmendê leşkerî yê serokkomariya Herêma Kurdistanê Babekir Zêbarî ji bo Basnewsê ragihand ku artêşa Iraqê şerê Pêşmerge nake û ne bi wan grûbên ku êrîşê sehayên xaz û petrola Herêma Kurdistanê dikin re ye. Babekir Zêbarî weha dibêje:

“Komên nerewa û neyasayî bi desteka çend welatan li Pirde û Sihêla xwe li dijî Pêşmerge ceribandin lê bi ser neketin. Di van rojên dawiyê de di nav artêşa Iraqê de civînekî hat lidarxistin. Biryar hat dayîn ku artêş şerê Pêşmerge neke û artêş li dijî wan grûbên neyasayî û yên êrîşê Herêma Kurdistanê kiribûn.

Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê gelek xwurtin in û dikarin Herêma Kurdistanê biparêzin. Gelê Herêma Kurdistanê berxwedêre, niştîmanperwere, bi can û malê xwe welatê xwe diparêze. Wê Herêma Kurdistanê dijminê xwe têkibibe û ew têknaçe.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin