Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

YNK Êdî Hêza Baskê 16 Cotmehê ye!

A+A-

16.10.2017 di dîroka Kurdistan a netewî de wê wek girêkek quzilqurtê her bimîne.

16 Cotmeha 2017an, xencerek jahrîn bû û bidestê beşek ji YNK, ji paşde li pişta Kurd û Kurdistan ket. Xakên ku bi xwîna xwebexşên Kurdistan, pêşmergên qahreman ji destê DAÎŞ hat rizgarkirin, bi destê xîyanetek ji nav mala Kurd e radestî dijminan bû.

Ev salek di ser bûyerên 16ê Cotmehê re derbas bû. Ji 16 Çotmeha 2017an de Kerkuk, Duzxurmato û deverên din ji ber zilma dagirkeran, digirîn û diqîrin. Îro rewşa ewlehiya Kerkûkê xirabe û teqîn, kuştin, revandin û avêtina ser malan bûye bûyerên rojane. Jiyana kurd û Kurdistanîyan li Kerkûk, di bin metirsîyek mezin de ye. Beşek ji Kurdên kerkûk û Duzxurmato, Xaneqîn, di qampên koçberan de derbederin. Nefta Kerkûk bi destê dagirker û xîyanetkaran talan dibe.

Ew kî bûn û kîjan hêz bû ku bi dijminên Kurd û Kurdistan re rêkevt û Kerkûk, bi xîyanetek mezin radestî dijminan kir û bû sebebê van karesatên ku niha li Kerkûk dibin?

Endamê polîtburoya YNKê û fermandarê yekîneyên 70 yê Pêşmergeyên Kurdistanê Şêx Cehfer di hevpeyvîneke li gel Dengê Amerîkayê ya roja 27.12.2017an de ragehandibû ku; „Grubek nav YNKê de heye ku hemaheng û rêkeftin li gel hikûmeta Iraqê û Heşdî Şeibî re Kerkûk radest kirin. Herwaha dixwestin Silêmanî, Hewlêr û Duhokê jî radest bikin.’’

Şêx Cafer di berdewama gotina xwe de eşkere dikir ku:

„Heta ew gruba xayîn a YNKê hebe, metirsiya cidî li ser Kurdistanê heye. Ji ber berdewam hemahengiya wan li gel Iraqê heye û dixwazin artêşa Iraqê û Heşdî Şeibî bînin hemû Kurdistanê û radestî wan bikin, ku Kurdistan û ev destkevtane nemînin.“(!)

Şêx Cafer endamê Polîtburoya YNK û fermandarê yekîneyên 70 yên pêşmergên Kurdistan e. Şeva 16ê Cotmeha 2017 an li Kerkûk di sengerên şer de bû û xîyanet bi çavê serê xwe dîtibû.

Di eynî sengeran de endamê serokatîya YNK Kosret Resul jî hebû. Kosret Resul di vê xîyanetê de beşek ji pêşmergên xwe wenda kir. Ew bi xwe jî ji kujtinê rizgfar bû.

Mele Bahtîyar jî cîgirê serokatîya YNK ye.

Di nav YNK de van hersê gire girên YNK di derheqa wan xîyanetkarên 16 Cotmehê de lêkolîn nekirin. Berpirsên van karesatên xîyanetê radestî dadgehê nekirin û bûn sebebê ku îro YNK bi carekê de bikeve bin bandora vê hêza xîyanetê.

Ev, bi postê serokkomarî ya Behram Salîh re derket holê ku baskê xîyanetkar (zarokên Îbrahîm Ehmed û Celal Talabanî) di nav YNK de dest û lingê  Kosret Resul, Şêx Cafer û Mele Bahtîyar girêdane û êdî YNK ya baskê xiyanetê bixwe ye. YNK bi carekê de ketîye bin bandora siyaseta Îran û ti şensê dijraberên xîyaneta nav YNK tineye ku YNK ji van xîyanetan rizgar bikin!

Di sibeha 17ê Cotmeha 2017an de gotina Kosret Resul, Mele Bahtîyar û Şêx Cafer di derheqa 16ê Cotmeha 2017an de yek bû. Hersê giregirên YNK bi yek devî digotin:

„Grubek nav YNKê de heye ku hemaheng û rêkeftin li gel hikûmeta Iraqê û Heşdî Şeibî re Kerkûk radest kirin“(!)

Mixabin salek di ser van gotinan re derbas bû. Gotin îro hatine jibîr kirin û ketîye rewşek ne dîyar. Yanî xiyanet têt ser ziman, lê „xwedîyên karesatên radestkirina Kerkûk“(!) ne dîyare!

Ji ber ku îro YNK bicarekê de ketîye destê vî baskî. Gotinên Şêx Cafer hatine guhertin. Kosret Resûl û Mele Bahtîyar jî tenê bêdengî tercîh kirine.

Şêx Cafer, gotinên ku li jor berî salekê, di germaya bûyerê de kirîye û yên ku îro dike hevûdû nagirin. Berê eşkere digot  „Grubek nav YNKê“, lê niha dibêje; “hin kesên Kurd di xiyaneta 16ê cotmehê têkevtin“(!) û berdewam dike ku:

„Eger lêkolîn hatiba kirin derbarê 16ê cotmehê de, dibe ku hin kesên ku kurd in, têkelbûn û li gel Iraqiyan dest dabûne hev û alîkarî û hemahengiya wan li gel Iraqiyan heyî aşkera biban.’’(!)

Di nav rêxistinekê de lêkolîn çawa têt kirin?

Pêşî Şêx Cafer, Kosret Resul û Mele Bahtîyar ku sê giregirên YNK ne, ev erkên xwe bicîh nanîn, an nikarîbûn bicîh bînin.(!) „Ew grûba nav YNK“ ku bi xiyanetê didan nasîn, ji YNK dûr nexistin û rê ji dadgehê re venekirin. Radestî lêpirsînê nekirin. Ya ev kes bizanistî dinav YNK de hatin parastin, an jî quweta wan negîhîşt ku di derheqa wan de lêkolînê bikin. Dema ku em van herdû îhtîmalan jî bidin berçavê xwe, em dibînin ku helwesta van hersê giregirên YNK jî bêçareyek teslîmbûnê tê. Yânî per û baskên van hersê qedroyên YNK bi destê wê grûba xîyanetê hatîye qutkirin. Hêvî di wan de nemaye û YNK bicarekê de ketîye destê wê grûbê.

Îro Şêx Cafer dibêje; „Herçend wan dixwest lêkolîn bê kirin jî, lê ti lêkolîn nehate kirin’’(!)

Wê kê lêkolîn bimeşanda?

Rê nadin ku dadgehên Kurdistan lêkolînê bikin! Ew bi xwe jî di nava sazîyên YNK de bi tundî lêkolînê nakin û dibêjin, „lêkolîn û lêpirsîn hatiba kirin“(!) Gelo li hêvîyê ne ku hinek din werin karên wan bikin çawa?

Şêx Çafer eşkere nerînên xwe yên di derbarê bûyera 16ê Cotmeha 2017an de bipaşde girtîye û teslîmî baskê xîyanetê bûye. Di nerînên Şêx Cafer yên berî salekê de kirderên 16ê cotmehê eşkere bûn û navê wan jî ayan bûn. Lê niha dibêje:

‘’Ew kesên ku têkel bûne, bê guman eger lêkolîn û lêpirsîn hatiba kirin dê derketiba ku kurd in. Ji ber mesele her kurd e, raste ereb û tirkmen jî alîkarbûn, ku piraniya wan li pişt çeperên Pêşmerge lê Heşdî Şeibî bûn.’’(!)

Niha di nerîn û helwesta Şêx Cafer de berpirsiyarên karesatên 16ê Cotmeha 2017an ne dîyarin û „ger lêkolîn û lêpirsîn hatiba kirin dê derketiba“(!)

Gelo çima di wexta xwe de „lêkolîn û lêpirsîn“(!) nehat kirin?

Kurd û kurdistanîyên herçar beşên Kurdistan û dîyaspora ji YNK û Hikumeta Başûrê Kurdistan û dedgehên Kurdistan dipirsin vê pirsê!

Çima di derheqa xîyaneta 16ê Çotmeha 2017an de lêkolîn û lêpirsîn nehat kirin?

Rêvebir û stratejîstên siyaseta netewî mecbûrin li xwe vegerin û bi stratejîyek nû derkevin qada siyasetê. Van kirin û karesatên nav siyaseta mala Kurdistan bi bingehîn çareser bikin. Şerê dinavbera Tevgera Goran, YNK û PDK de çareser bikin. Bi çi mercî û bi çi metodan dibe bila bibe; heta ku ev rewşa piştşikestî neyê çareserkirin, Kurd bila avakirina dewletek Kurd û Kurdistanî jibîr bikin.

Bu yazı toplam 1618 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin