Yekîtiya Ewropayê derbarê hevdîtinên endamtiya Tirkiyê de biryara xwe da

Yekîtiya Ewropayê derbarê hevdîtinên endamtiya Tirkiyê de biryara xwe da

.

A+A-

Yekîtiya Ewropayê biyar da hevdîtinên ligel Tirkiyê yên endamtiya YEyê ku hatibûn ragirtin wek xwe bimînin û dibêje: “Konse bi xemgînî têbinî dike ku her diçe Tirkiye ji Yekîtiya Ewropayê dûr dikeve.”

Yekîtiya Ewropayê di civîna amadekariya Lûtkeya Serkirdeyan de biryar da ku hevdîtinên endambûna Tirkiyê bo Yekîtiya Ewropayê yên hatibûn ragirtin wek xwe bimînin.

Di biryarê de ku li Konseya Karên Giştî ya Yekîtiya Ewropayê hatiye dayîn tê gotin, ew ji ber dûrketina Tirkiyê ji Yekîtiya Ewropayê gelekî xemgînin û êdî di hevdîtinan de ne qonaxeke nû tê destpêkirin û ne jî qonaxa heyî bi tevahî tê bidawî kirin.

Li gor medyaya Almanî, di biryarê de binpêkirina peymana Yekîtiya Gumrikê ligel Yekîtiya Ewropayê ji aliyê Tirkiyê ve hatiye şermezarkirin û binpêkirina mafên mirov yên li Tirkiyê hatine rexne kirin. Di civînê de hatiye gotin ku paşdeçûna Tirkiyê ligel mafên bingehîn û demokrasiyê di mijarên serxwebûna dadê û azadiya fikir û ramanê de wan nîgeran dike û saziyên civaka sîvîl di şert û mercên zehmet de karên xwe dikin.

Herwiha tê gotin ku Tirkiye di polîtîkaya xwe ya derve de jî ji xeta YEyê her diçe dûr dikeve û wek mînak Lîbya hatiye pêşan dan. Di biryarê de amaje bi wê yekê hatiye dayîn ku Tirkiyê li Libyayê bo hêzên hikûmetê bi awayekî ne yasayî çek şandine.

Hevdîtinên endamtiya Yekîtiya Ewropayê ku ji 2005an ve destpêkiribûn di salên dawî de ji ber krîzên dîplomatîk û sîyasî hatine asteke rawestandinê. Hevdîtinên navbera Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê bi awayê teorîk li ser 35 qonaxan tên birêvebirin û di 16 salên borî de tenê 16 qonax hatine gotûbêjkirin û ji van tenê yek bi awayekî demkî hatiye girtin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin