Xwendekarên Herêma Kurdistanê ji bo bûrsê xwepêşandanan li dar dixin

Xwendekarên Herêma Kurdistanê ji bo bûrsê xwepêşandanan li dar dixin

.

A+A-

 Xwendekarên zanîngehên Silêmaniyê û navçeyên wê 3 roj in ji bo wergirtina bûrsên perwerdehiyê xwepêşandan li dar dixin. Îro zanîngehên Hewlêr û Helebce jî beşdarî xwepêşandanan bûn.

Xwendekarên zanîngehên Silêmaniyê û navçeyên wê 3 roj in xwepêşandanan li dar dixin û daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku ew bûrsên ku berê ji bo temamkirina xwendina xwe werdigirtin dîsa vegerîne.

Herwiha xwendekar daxwaza başkirina şert û mercên kampusan jî dikin.

Xwendekarên ku îro li Kampusa Zanîngeha Silêmaniyê hatin cem hev, bi girtina rêya Silêmanî-Kerkûkê li trafîkê xwepêşandanek li dar xistin.

Xwendekar di dema xwepêşandanê de daxuyaniyek dan çapemeniyê û gotin, “Em dixwazin ew bûrsên ku ji ber qutkirina bûdceya Herêma Kurdistanê ya sala 2014’an ji aliyê Bexdayê û şerê DAIŞê hatibûn rawestandin, careke din bên dayîn. Ji ber ku xwendekar zehmetiyên aborî dijîn. Her çend piçûk be jî, ev bûrs dikarin hin hewcedariyên wan bicîh bînin. Ji bo vê yekê em hêvî dikin ku aliyên peywendîdar di zûtirîn dem de bersiva daxwazên me bidin.”

Xwendekaran bal kişandin ser aloziya xwepêşandanên duh ên li Enstîtuya Teknîkî ya Zanîngeha Silêmaniyê, û gotin, “Em naxwazin bûyerên wiha nebaş rû bidin, em daxwazên xwe bi awayekî medenî tînin ziman. Lê em destwerdana tund a hêzên ewlehiyê şermezar dikin."

Peyamnêrê Rûdawê Erkan Elî diyar kir ku xwendekar di dema xwepêşandanan de bal kişandine ser şert û mercên kampusê û xwestin şert û mercên xwendekarên bi bûrs bên başkirin.

Li Hewlêr û Helebce jî xwepêşandan tên lidarxistin.

Li herêma Germiyan, Raperîn û Çemçemalê jî xwendekarên zanîngehê bi heman armancê çalakiyan li dar dixin.

Herwiha li paytext Hewlêr, navçeya Koyê û Helebceyê jî xwendekarên zanîngehê xwepêşandanan li dar xistin.

Xwendekarên zanîngehên Herêma Kurdistanê ji sala 2014’an û vir ve ji ber krîza aborî nikarin bûrsa xwe ya mehane ya ji aliyê hikûmetê ve tê dayîn werbigirin. Herwiha Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber birîna bûdceyê ji aliyê Bexdayê ve û şerê li dijî DAIŞê nekarî bûrsê bide.

Li Herêma Kurdistanê xwendekarên ku ji derveyî bajêr tên û li beşên navxwe dimînin 100 hezar dînar, yên li beşên navxwe dimînin 60 hezar dînar û yên li bajarên xwe dixweynin 40 hezar dînar bûrs werdigrin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin