'Xewna min hemû zarokên kurd bi du zaravayan bizanibin'

'Xewna min hemû zarokên kurd bi du zaravayan bizanibin'

Ev gotina ku me wekî sernav bikar anîya gotina zimanzanê kurd Michael Chyet e. Chyet ku ji bo ji bo Nûbiharê axivîye xeyala xwe ya ji bo kurdî anîya ziman.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Kovara Nûbiharê ku sê mehan carek derdike di hejmara xwe ya payizê ya 149'an de hevpeyvîna ligel zimanzanê kurd Chyet jî weşandîye. Rojnameger Salihê Kevirbirî ligel Chyet axivî û hevpeyvîn bi sernavê "Gelo kurd wê kengê sîstema perwerdehîya xwe saz bikin?" hatîye weşandin. Chyet wisa dibêje: "Bi rastî jî xewna min ew e ku hemû zarokên kurdan li çar perçeyên welat û seranserê dinyayê, bi her du zaravayên sereke û bi du alfabeyan bêne perwerdekirin."

Ji nivîsên din, nivîskar Nihat Gultekin li ser "84 salîya kurdolog Celîlê Celîl" nivîsek amade kirîye û li ser jîyan û xebata wî agahî dane. Nivîskar û lêkolîner Rohat Alakom jî çîrokek soranî ku li ser serhildana Agirîyê, di sala 1960'î de ji alîyê Kawus Qaftan ve hatîye nivîsandin bi Zîya Avci daye veguhastin ji bo kurmancî û digel metnek weşandîye.

Demeke berê Weqfa Mezopotamyayê bi navê “Rêberê Rastnivîsînê” ku ji alîyê komxebatekê ve amade bûye weşandibû. Yaşar Eroglu li ser vê xebatê nivîseke nirxandinî weşandîye.

Murad Celalî, Ali Karadeniz, Shahînê Bekirê Sorekli. Xweşmêr, Abdullah Can, M. Xalid Sadînî, Mahsûn Reşçelan, Mustafa Dehqan (werger: M. Ş. Filiz), Evdî Hesqera û Selimê Ahmed bi nivîsên xwe, Hafizê Şîrazî (werger: A. Acar), Rojen Barnas, M. Zahir Ertekin, Berken Bereh, Mewlana Celaleddînê Romî (werger: A. Acar), Ingeborg Bachmann (werger: A. İncekan), Ahmed Arif (werger: T. İnanç), Firat Keklik, Ebdulqadir Kızılkaya, Bedirxan Epozdemir, Hengov, Sidîq Gorîcan û Suat Baran jî bi helbestên xwe di kovarê de cih girtîye.

Ji bo têkilî: 

Tel: 0212 519 00 09- 0505 259 84 02

Mail: [email protected]

Dîyarname

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin