Xelata Ehmedê Xanî dan Celîlê Celîl û Eskerê Boyik

Xelata Ehmedê Xanî dan Celîlê Celîl û Eskerê Boyik

.

A+A-

Zekî Ozmen / Giessen

Civaka Kurd Li Almanya (KGD) nivîskar Celîlê Celîl û Eskerê Boyik bi Xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî 2023’yê xelat kirin. Hunermend Nîzamettîn Arîç jî bi stranên xwe reng û coş da şevê.

Ji bo xelatdayînê li Salona Hermann Levi ya Şaredariya Bajarê Giessen a Almanyayê merasimek li dar ket. Merasima ku moderatoriya wê Hêja Netirk kir de gelek mêvan amade bûn.

Merasim bi stranên hunermend Nîzamettîn Arîç dest pê kir. Pêşî Cîgirê Serokê Kurdische Gemeinde Deutschland - Civaka Kurd Li Almanya (KGD) Mehmet Tanriverdi axaftina xêrhatinê li mêvanan kir û dûre Şaredarê Bajarê Mezin ê Giessen Frank-Tilo Becher axivî û got: “Ez kêfxweş im ku ev merasim li salona şaredariya Giessenê çêdibe û ev yek rûmetek e ji bo bajarê me."

Celîl: 'Şikir ji destê kurdan xelat gihîşt destê min'
Mehmet Gultekîn jî axaftina pesindana Celîlê Celîl kir û dû re Mehmet Tanriverdî xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî bi çepikên mêvanan da Celîlê Celîl.

Prof. Dr. Celîlê Celîl kêfxweşiya xwe ya bi wergirtina xelatê anî zimên û wiha got: “Şikir bi destê kurdan ev xelat gihîşt destê min.“

Dû re jî axaftina pesindana Eskerê Boyik ji aliyê Kara Wezîrê Eşo ve hate kirin. Dr. Eskerê Boyik xelata xwe ji destê Serokê KGD Alî Ertan Toprak girt.

Alî Ertan Toprak got, "Ne tesadûf e ku her xelatgir jî êzîdî ne. Kurd bêyî baweriya êzîdiyan nabe. Ez lêborînê dixwazim ku êzîdiyan bi destê gelê xwe di dîrokê de hatine çewisandin."
Boyik: Xelata herî mezin azadiya welatê bav û kalê min e

Eskerê Boyik jî spasiya kesên xelat dane kir û got, "Ez tu caran li xelatan nefikirî me. Ez xebitî me, min xwestiye kêrî miletê xwe bim. Ji min re xelata herî mezin azadiya welatê bav û kalê min e.

KGD'ê ligel plaketek, her yekî 2500 Euro wekî xelat da wan. Li aliyê din KGD'ê her yekî bi 500 Euroyî pirtûkên wan kirîn.

Piştî dayîna xelatê, hunermend Nîzamettîn Arîç dîsa çû ser dikê û mêvan bi stranên xwe mest kirin.

Di dawiya şevê de jî Sekreterê KGD'ê Cahît Başar li ser navê saziya xwe spasiya mêvan û xelatgiran kir.

Her wiha Feryyad Fazil Omar jî dîwana Mem û Zînê ku wergerandiye almanî li salona meresimê îmze kir.

 

 Çavkanî: Diyarname

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin