Wezîrê Xezîne û Darayiyê, Lutfî Elvanî dest ji kar berdaye

Wezîrê Xezîne û Darayiyê, Lutfî Elvanî dest ji kar berdaye

.

A+A-

Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî, alîkarê Wezîrê Xezîne û Darayiyê, li şûna Wezîr bi xwe erdkar kiriye.

 

Wezîrê Xezîne û Darayiyê, Lutfî Elvanî dest ji kar berdaye. Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî, biryara îstîfakirinê ya Elvanî qebûl kiriye. Li şûna wî alîkarê wî Nûreddîn Nebatî kiriye wezîr. 

Biryara îstîfakirinê ya Elvanî û ya wezîfedarkirina Wezîrê nû, di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin. Piştî ku Berat Albayrakî dest ji kar berdabû, Elvan di 10ê Çiriya Paşiyê ya 2020an de bûbû Wezîrê Xezîne û Darayiyê. 

Çepik ji bo Erdoganî lê nedabû 

Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî çend hefte berê li civîna Koma Partiya xwe ya Parlamentoyê axivîbû û gotibû, “Ez ne wan kesan re me ku parastina faîzê dikin û nikarim bi wan re bim.” Hemû kesên li salona civînê, çepik ji Erdoganî re lê dabûn. Lê Elvanî çepik lê nedabû. 

Dema Elvanî dest bi karî kir, kûra dolar/TLyê 8,14 bû. Îro 13,53 e.

Wezîrê nû endamê Ensar û TUGVAyê ye 

Nûreddîn Nebatî di Kanûna Paşiyê ya 1964an de li Wêranşarê, navçeya Rihayê jidayik bhuye. Li beşa Rêveberiya Dewletê ya Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Stenbolê xwendiye. 

Li heman zanîngehê, di beşa Têkiliyên Navnetewî de mastera xwe kiriye. Doktora ya xwe li Zanîngeha Kocaeliyê qedandiye. Li zanîngehên cida cida dersên Zanista Siyasetê, Jiyana Siyasî ya Tirkan, Sosyolojiya Dewlet û Siyasetê daye. 

Demekê karê tekstîlê kiriye. Endamê Komeleya Lijneya Rêveber a Navendî yê Karsaz û Pîşesazên Mistakîl (MUSIAD) û yê Lijneya Dîsîplînê yê Odeya Bazirganiyê ya Stenbolê (ITO) ye. 

Her weha endamê Komele û Weqfa Derçûyên Fakulteya Zanisten Siyasî ya Zanîngeha Stenbolê, Komeleya Belavkirina Zanistê, ENSAR, TUGVA, ONDER, UTESAV, TDED, BEK, IDD, IDV û çendîn komele û weqfa ye. 

Di serdema 24an de Parlamenterê Stenbolê, di ya 25an e yê Rihayê, di 27an de dîsa yê Stenbolê bû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin