Wezîrê Derve yê Îtalyayê li Hewlêrê ye

Wezîrê Derve yê Îtalyayê li Hewlêrê ye

.

A+A-

 Wezîrê Derve yê Îtalyayê gihişt Hewlêrê û biryar e li el Serokê Herêma Kurdistanê û berpirsên din ên bilind ên Herêma Kurdistanê bicive.

Wezîrê Derve yê Îtalyayê Luigi Di Maio, îro, 23/12/2021, denjimêr 16.00 gihişt Balafiraneya Navdewletî ya Hewlêrê û ji aliyê Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî û Şêwirmendê Bilind ê Serokê Herêma Kurdistanê Fela Mistefa ve hat pêşwazîkirin.

Peyamnêrê Rûdawê Behroz Fereydon ragihand ku biryar e yekem civîna Wezîrê Derve yê Îtalyayê Luigi Di Maio li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî be.

Ajandaya Wezîrê Derve ya Îtalyayê di vê serdanê de ji bo Herêma Kurdistanê, hem siyasî û hem aborî ye.

Piştî 2005an, Serok Mesûd Barzanî bo cara yekem serdana Îtalyayê kir û li gel serokwezîrê wê demê yê Îtalyayê civiya. Ji wê demê ve peywendiyên Herêma Kurdistanê û Îtalyayê di warên siyasî û aborî de gihiştine qonaxeke din.

Ji aliyê din ve Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Îtalyayê Luigi Di Maio civiyan û Luigi Di Maio, Nêçîrvan Barzanî vexwend bo Îtalyayê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro, 23/12/2021, li Hewlêrê pêşwazî li Wezîrê Derve yê Îtalyayê Luigi Di Maio şanda dîplomatîk û serbazî ya li gel kir.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de, Nêçîrvan Barzanî ji ber piştgiriya Îtalyayê di şerê dijî DAIŞê de bo Iraq û Herêma Kurdistanê û herwiha ji bo meşq û rahênana Pêşmerge û alîkariyên mirovî, spasî û pêzanînên Herêma Kurdistanê dûpat kirin.

Di civînê de ku Balyozê Îtalyayê yê li Bexdayê û Konsulê Îtalyayê yê li Hewlêrê tê de amade bûn, Wezîrê Derve yê Îtalyayê tekezî li ser berdewamiya welatê xwe ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û herwiha pesnê rola Pêşmerge ya di têkbirina DAIŞê, mêvanperweriya Herêma Kurdistanê, hewandina koçber û penaberan da.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin