Receb Dildar

Receb Dildar

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Wêje û Siyaset

A+A-

Siyaset dixwaze bibe îktîdar û bi hêz û qeweta îktîdarê, li gorî raman û bernameya xwe civakê biguherîne.

Berê wêjeyê ji civakê zêdetir li kesan e. Dixwaze bandorê li kesan bike û bi wî awayî civakê biguherîne.

Di guhertina civakê de qasî siyasetê rola wêjeyê jî heye. Îcar ji ber ku di civaka me de û di tevahiya civakên Rojhilata Navîn de ronesans pêk nehatiye, hewcedariya wêjeyî li gorî civakên din zêdetir e. Ji bo çirandina perdeya reş a li ser civakê hewcedarî bi çira û mûmên wêjeyî hene.

Her ku helbestek bê lêkirin, çîrokek bê nivîsandin, romanek bê xwendin ronahiya di nav civakê de zêde dibe û perdeya reştarî hinekî din qels dibe.

Gava em li sedsaliya dawîn a civaka xwe mêze dikin, wêjeyê roleke gelek mezin lîstiye. Li ku derê siyaset xetimiye, wêje bûye çira û gihîştiye hewariya civaka me.

Em mînaka wê ya pêşîn piştî salên 1930yî dibînin. Welat parçe bûye. Kurd li Amedê û Agirî têk çûne. Kadroyên siyasî ji hev ketine. Aha tam wê demê Celadet destê xwe davêje qelemê û ji bo kurdan ji nû ve hêviyan ava dike. Kurd bi helbest û çîrokên xwe li dora Kovara Hawarê dicivin. Ji bo hêviyên nû careke din hêz didin xwe.

Mînaka duyem li paş Çiyayê Qaf rû dide. Kurdên ji sêwîxaneyan derdikevin û di warê sîyasetê de bêhêvî ne, qelemên xwe digrin û rasterast berê xwe didin wêjeyê. Di nav civaka kurdan de şoreşekê pêk tînin, Ereb Şemo cara yekemîn romaneke bi Kurdî dinivîse. Ew roman ji kurdan re dibe çira û pêşiya neteweya xwe ronî dike.

Mînaka sêyem ji me ne dûr e. Em bixwe di nav vê qonaxa sêyem de jiyan. Bi ser Kurdan de darbeya 1980yî hatibû. Pirraniya kadroyên siyasî yên kurd di zîndanan de bûn. Hinekan jê xwe rizgar kirin û gîhandin welatên Îskandînavyayê. Siyaset ji hev ketibû, têk çûbû. Bar ji nû ve ketibû ser milê wêjeyê.

Bi taybetî kadroyên li Swedê bi cî bûbûn, ji bo hêvîyeke nû, careke din dest avêtin qelemê û berê xwe dan wêjeyê. Bi qelemên wek Mehmet Uzun, Fırat Ceweri, Hesenê Metê û gelek kesên din kurdî bû guleke sor û ji nû ve balê kişand ser xwe, civat pê geş bû. Tîrêjên hêviyê li ser welat belav bûn.

Ji mînakên jor jî xuya dike ku wêje û siyaset gelek zêde bi hev re girêdayî ne. Siyaset li ku derê dixitime, wêje xwe digihîne hewara wê.

Bi taybetî li welatê me, siyaseta ku guh nede wêjeyê nikare neteweya xwe ji nav tarîstana Rojhilata Navîn rizgar bike û wê bi ronahiya şaristaniyê şa bike.

Siyaset bê wêje, wêje bê siyaset nabe.

Önceki ve Sonraki Yazılar