Vîdyo/ Li Almanyayê belgefîlma 'Kurd kî ne' hate weşandin

Vîdyo/ Li Almanyayê belgefîlma 'Kurd kî ne' hate weşandin

Televîzyoneke almanî di derbarê kurdan de belgefîlmeke bi navê ‘Kurd kî ne?' weşand. Televîzyon di belgefîlmê de bi berfirehî danasîna kurdan kir û got hêzên kurdan, Pêşmerge, PKK, YPG û YPJ ne.

A+A-

Di belgefîlmê de dansîna kurdan wisa hate kirin: "Kurd etnîsîteyek e, ku dewleta wan a neteweyî tune. Her wiha hat diyarkirin ku kurd li çar welatan nîştecih in û ev her çar welat wekî Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiye hat nîşandan. Televîzyonê ragihand ku hejmara kurdên li van deran dijîn, di navbera 30-45 milyonan de ye û got, "Herwisa li Almanyayê jî bi sed hezaran kurd dijîn."

Di belgefîlmê de behsa zaravayên zimanê kurdî jî hat kirin û hat gotin diyalektên wê yên cuda yên wekî Kurmancî û Soranî hene. Li gel vê yekê dîn û mezhebên cuda yên kurdan hatin nîşandan.

Her wiha belgefîlmê bal kişand ser zilm û zordariyên li kurdan hatiye kirin û ev tişt hatin gotin, "Kurd gelek caran rastî zilm û zordariyê hatine. Di sala 1988an de Seddam Husên li Helebceyê 5 hezar kurd bi xaza kimyewî kuştin. Li Tirkiyeyê jî di navbera rêxistinên kurd û dewletê de şer heye." Televîzyonê di belgefîlma xwe de bal kişand ser şerê vê dawiyê yê nav Nisêbîn, Sûr, Cizîr û Farqînê û hwd. û hat gotin ku, "Di nav 18 mehan de 2 hezar kes hatin kuştin."

Televîzyonê di derbarê hêzên çekdar ên kurdan de jî diyar kir ku ew hêzên herî baş tên zanîn pêşmerge, YPG/YPJ û PKK ne. Herwisa hat gotin ku ji van hêzan ya bi navê PKKê, wekî ‘rêxistineke terorê' tê qebûlkirin.

Wer Sind Die Kurden:

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin