Vahap Coşkun: Kar û zirara siyaseta Tirkiyê ya derve dê zêdetir bê nîqaşkirin

Vahap Coşkun: Kar û zirara siyaseta Tirkiyê ya derve dê zêdetir bê nîqaşkirin

.

A+A-

 Şîrovekarên siyasî û akademîsyenên Bakurê Kurdistanê biryara Partiya Komarî ya Gel (CHP) ya redkirina dirêjkirina tezkereya Sûrî û Iraqê nirxandin û gotin ku; ji niha û pê de dê kar û zirara siyaseta Tirkiyeyê ya derve zêdetir bê nîqaşkirin. Li gorî akademîsyen û şîrovekarên siyasî, di nava burokrasiyê de jî nereazîbûneke li hemberî siyaseta deshilatdariyê ya derve heye.

Li Parlamentoya Tirkiyê, ji bo ku du salên din jî operasyonên serbazî li Iraq û Sûriyê werin encamdan, dengdan li ser tezkereya derveyî sînor hat kirin. CHP li dijî dirêjkirina dema tezkereyê derket û dengê “na” da. Heta niha ji bilî HDPê partiyên desthilatdar û opûzîsyonê bi hev re biryarên tezkere û dirêjkirina dema tezkereyan didan û nîqaş nedihatin kirin. Mamosteyê Beşa Hiqûqê li Zanîngeha Dîcle û şîrovekarê siyasî Dr. Vahap Coşkun got; ev biryar di siyaseta Tirkiyeyê de qonaxe nû nîşan dide û di hilbijartineke dahatû de hilbijerên kurd dê vê biryara CHPê li ber çavan bigirin.

Akademîsyen û şîrovekarê siyasî Vahap Coşkun ji K24ê re got: “Ji niha û pê de dê siyaseta Tirkiyeyê ya Iraq û Sûrî zêdetir bê nîqaşkirin û dê were pirsîn ku ka Tirkiye ji vê siyasetê çi kar dike çi zirar dike. Dê hilbijêrên kurd li siyaseta partiyan binêrin û tevgera partiyên siyasî ya di vê mijarê de binirxînin û li gor wê dengên xwe bidin. CHPê bi vê gavê sekneke nêzîkî hilbijêrên kurd nîşan da.”

Li gorî şîrovekaran, pirsgirêkên navxwe û derve bi hev re girêdayî ne û heta niha siyasetmedarên Tirkiyeyê digotin; ew dikarin li navxwe xwedî fikir û nêrînên cida bin lê di siyaseta derve de divê bi yekdengî tevbigerin. Ji destpêka şerê Sûrî ve CHP siyaseta Tirkiyeyê ya li Sûrî şaş dibîne. Mamosteyê Beşa Civaknasiyê li Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Rustem Erkan got; CHPê bi serdana xwe ya Herêma Kurdistanê pêvajoyeke nû da destpêkirin û dixwaze bi vê gavê jî peyamên nerm bide Herêmê û kurdan.

Prof. Dr. Rustem Erkan dibêje: “CHP dibêje; çarçoveya vê tezkereyê ne diyar e û bertek nîşan dide. Lê helbet sedemên polîtîk jî hene. Hilbijartin nêzîk dibe, heger CHPê dengê “erê” bidaba tezkereyê dibe ku di navbera CHPê û kurdan de pirsgirêk derketiba. Lê bi vê gavê destê CHPê jî di polîtîkaya kurdan de xurttir bû. Lê divê sedemên dijayetiya tezkereye baş rave bike.”

Li gorî akademîsyen û şîrovekarên siyasî, di nava burokrasiyê de jî nereazîbûneke li hemberî siyaseta deshilatdariyê ya Sûrî heye. Şîrovekar tînin zimên; heger ku CHP di hilbijartinê de bi ser bikeve û bibe desthilatdar dê siyaseta Tirkiyeyê ya derve jî biguherîne. Li gorî şîrovekarên siyasî, ji ber siyaseta Tirkiye ya navxweyî û navdewletî û rewşa xirab ya abûriyê desthilatdarî piştgiriya hilbijêrên kurd winda dike û CHP dixwaze bi gavên nû vê valahiyê dagire û zêdetir piştgiriya kurdan bigire.


K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin