Trump Bang li Hemwelatîyên Amerîkî Dike ku bo Du Sê Hefteyên Pêş Hazirîyên Xwe Bikin

Trump Bang li Hemwelatîyên Amerîkî Dike ku bo Du Sê Hefteyên Pêş Hazirîyên Xwe Bikin

Serokê Amerîka Donald Trump li Qesira Sipî dîyar kir ku bi kêmî ve 100,000 hemwelatîyên wî dê jiber vîrusa korona bimirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Trump da zanîn ku ew du sê hefteyên li pêş dê di têkoşîna dijî vîrusa korona de dijwar bin.

‘’Ez bang li herkesî dikim ku bo rojên li pêş hazirîyên xwe bikin. Ew dê yek ji du sê hefteyên herî dijwar yên welatê me bin. Em dê bi hezaran kes winda bikin.’’ Trump got.

Rêvebira Têkoşîna Dijî Vîrusa Korona yê Qesira Sipî Debbie Birx jî dîyar kir ku li gor texmînên wan yên geşbîn dê hejmara kesên jiber vîrusa korona dimirin di navbera 100,000 û 240,000 de be.

Debbie Birx ew wê texmînê di ser kesên li gor tedbîrên dijî vîrusa korona re tevnagerin dibêjin.

Serokê Enstîtuya Neteweyî ya Alerjî û Nexweşîyên Enfeksîyonî Anthony Fauci jî got ku bo hejmara mirîyên vîrusa korona kêm be çi ji dest wan were ewê bikin.

Fauci got dibe ku ew ji hemwelatîyan bixwazin ku bi maskeyan bigerin.

Li gor agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê hejmara pêketîyên vîrusa korona yên li Amerîka bi qasî 190,000 e û wê vîrusê li wî welatî pirtir ji 4000 kes kuştine.

Dengê Amerîka

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin