Torra Ziman û Çandan!

Torra Ziman û Çandan!

Ev kesên ku duhî û pêr kom bûne, di axaftina xwe de gotine “Me xebateka berfireh daye pêşîya xwe.” Lê kevira mezin nîşana avêtinê nîne!

A+A-

Roşan Lezgîn

Dawîya hefteya pêşî ya vê mehê bû, mudîreya karê kulturî yê Şaredarîya Diyarbekirê ya berê ji min re telefon kir û got “Em dixwazim li ser mijarekê bi te re biaxifin…” Cih û wext diyar kir, ez çûm. Samî Tan, Îmam Taşçıer, Umer Fidan û Fuad Önen li wir bûn. Cewahîr Sadak jî hat. Em bûn şeş kes.

Min pirsî ku çima gazî min kirine. Samî Tanî dirêj-dirêj behsa tesewureka derheqê zimên de kir. Min ew guhdarî kir lê ez tênegihiştim dibêje çi, di hişê min de tiştek diyar nebû. Li ser pirsa min, jixwe wî bi xwe jî tekîd kir ku tiştekî diyar tune ye, hîn dixwazin bi hinek kesan re têkilî daynin, paşê bicivin. Û hîn paşê, dê bi pêşnîyaz û fikrê beşdaran tesewur yan jî planekê diyar bikin...

Min got “Hûn ê bi kê re xeber bidin?” Hingê lîsteyek derxistin. Navê kesên suryanî, ermenî û tirk jî têde hebû. Mesela, navê Îsmaîl Beşikçi û Eren Keskin hebû. Dîsa, hinek kesên kurd yên salmezin ku li ser zimên tu xebateka wan nebûye, em bibêjin Tariq Ziya Ekinci, Ferda Cemiloğlu, Ahmed Türk... Navê avûkatan û navê muzîsyenan hebû. Gelek navên din jî hebûn ku min nebihîstine.

Ji ber ku min fêm nekir ew tam dixwazin çi bikin, lewre di navbera me de bi awayê pirs û bersiv diyalogek çêbû.

-Min got “Di serî de, divê çarçeweya xebatê diyar be; eger hûn nizanin dê çi bikin, rast nîne ku însanan meşgul bikin!” Samî Tanî got “Em dixwazin xebatekê bikin, komekê ava bikin ku bi ser siyasetê re be. Û em bi hev re fikrek derxin holê. Plansazîyeka demokratîk çêbikin.” Min got “Xebata li ser ziman tiştek e, xebata pêşxistin û aktuelkirina ziman tiştekî din e. Xebata li ser zimên karê pisporan e, xebateka îlmî ye, eleqeya wê bi ‘demokratîkbûnê’ ve nîne. Îcar xebata pêşxistin û aktuelkirina zimên karê her kesî ye. Jixwe kêşeya zimanê me jî ev e; li Bakur miletê me asîmîle dibe, kesên ku bi kurdî (zazakî, kurmancî) diaxifin roj bi roj kêmtir dibin. Ev jî meseleya siyasetê ye. Lê siyasetê heta niha got ‘dil önemli değildir’ û mala me xirakir. Bila siyaset texrîbata xwe tamîr bike. Lê eger niha em komek ava bikin û li gorî gotina we dê ‘ev kom bi ser siyasetê re be’ hingê divê selahîyeta vê komê jî hebe ku hukim li ser siyasetê bike. Bo nimûne, bikaribe sazîyên kurdan ji bin teseluta çepê tirkan derxîne. Bikaribe serokatîya partîya ku tenê kurd ray didinê ji destê tirkan derxîne û kesên kurdperwer ku bi kurdî diaxifin, li ser kurdî dihelin bike serokê partîyê. Di dema hilbijartina parlamenteran û şaredarîyan de kurdperwerên ku bi kurdî diaxifin, zimanê kurdî ji wan re derdê sereke ye, bikin namzed. Çimkî heta niha kesên ku bûne parlementer, çawa ku hilbijartin qedîya û mazbata girtin, tu feydeya wan ji kurdî re nebû…” Gotin “Ev karê me nîne! Em dê tenê li ser ziman bixebitin.”

-Min got “Madem mesele xebata li ser kurdî yan jî derheqê zimanê kurdan de ye, rast nîne ku kesên suryanî, ermenî û tirk di nav de bin. Ji bo zimanê xwe em ê bicivin, divê axaftin û munaqeşeyên me jî bi kurdî bin. Bo nimûne, Îsmaîl Beşikçi merivekî dostê kurdan e, ji bo kurdan çi ji destê wî hatiye kiriye, lê bi kurdî nizane. Eger di civîna derheqê zimanê me de ew jî hebe, em ê ji bo xatirê wî tirkî xeber bidin. Kesên din yên tirk, suryanî û ermenî jî her wisa. Meseleya zimanê me meseleyeka navxweyî ye, divê tenê em kurd hebin.” Samî Tanî û yên din gotin “Em dixwazin bila xebateka demokratîk be, bila her kes têde temsîl bibe, lewma em dê gazî wan jî bikin.” Hingê min got “Hûn partî daynin yan jî meclisa bajêr (kent konseyi) ava bikin, dibe ku ji her etnîsîteyek çend kes temsîlen di nav de bin. Lê di meseleya zimanê me de, eleqeya tirkan û suryanîyan û ermenîyan û ereban nîne, ew bila ji bo zimanê xwe kom bibin, em ji bo zimanê xwe kom dibin...”

-Îtîraza min li ser gelek navên din jî çêbû. Bo nimûne, min got “Kesayetên wek Tariq Ziya Ekinci û Ahmed Türk êdî gelek temedirêj in. Dîsa, kesên wek Îmam Taşçıer û Ferda Cemiloğlu û gelek kesên din heta niha li ser zimanê me tu xebateka wan çênebûye. Eger ew jî werin di nav vê komê de cih bigirin, ez nizanim dê çi faydeya wan hebe! Eger însîyatîfek ava dibe, hingê tenê bila kurdperwerên ciwan ên dînamîk ku hemî xebatên xwe bi zimanê kurdî (zazakî û kurmancî) dikin têde hebin. Bila ev însîyatîf bikaribe biryarên ku bandoreka rastîn li ser siyasetê dikin bigire. Bo nimûne, bila ev însîyatîf bikare bibêje kesê ku kurdî nizane û hemî xebatên xwe bi kurdî nake bila nebe rêvebirê partîya ku kurd ray didinê. Herwisa bila nebe namzedê şaredarîyan yan jî namzedê parlamanterîyê. Eger bibe, bila ev însîyatîf bikaribe ji xelkê re bibêje deng medin vê partîyê. Dema tiştek wisa bibe, hingê dê zimanê kurdî bi rastî jî pere bike û hûn dê bibînin kesên ku dixwazin di şaredarîyan de cih bigirin yan jî bibin parlamanter çawa di xewna xwe de bi kurdî diaxifin! Însîyatîfeka wisa ava bibe, dê manaya xwe hebe. Wekî din, dê tenê ji bo siyaseta heyî bibe payanda û tu tiştekî din jê dernekeve.”

Fuad Önenî jî hinek tişt gotin. Xaseten ji min xwest ku ez werim civînê, van fikrên xwe li vir bibêjim. Wê demê wan jî got “Dema me ya ku em bi te re biaxifin tijî bû, niha dê yekî din were.” Li ser vê yekê, min xatir xwest, ez rabûm. Lê careka din kes li min negerîya. Ji ber ku gazî min nekirin, hingê ez ê jî fikrê xwe li vir eşkera bibêjim da ku bila miletê me pê bizane.

Duhî ez li gund bûm. Îro min di înternetê de bala xwe dayê, di medyayê de behs dibe ku ev kesên hanê bi hinek kesên din re li Diyarbekir civîyane û xwe wek “Torra Ziman û Çandan” bi nav kirine, daxuyanîyek jî dane medyayê.

Ji vê daxuyanîyê çend tişt bala min kişandin. Yek jê ev e ku dibêjin “Netewesazîya tirk a ku li ser yekperestiyê ava bûye ji bilî ziman û çanda tirkan ji çand û zimanên din ra mafê jiyanê nahêle. Bi vê polîtîkayê dixwazin rasteqînîya welat û miletê kurd bi pişaftinê çand û zimanê kurdî ji holê rakin.”

Îbareya “rasteqînîya welat” ku li vir derbas dibe wergera îbareya “ülke gerçekliği” ya bi tirkî ye. Yanî behsa “welatê Tirkîyê” dikin. Ev mantalîteya fikrîyata wan diyar dike.

Ya duyem, herçendî bang li civaka kurd, sazî û partîyan bikin jî navê tevgerê “Torra Ziman[an] û Çandan” e, yanî însîyatîfeka pirhejmar e! Dibêjin “Em dixwazin Kurdî û zimanên li Kurdistanê (Suryanî, Ermenkî, Erebî û yên din) fermî bên naskirin û bibin zimanên perwerdehiyê.” Gelek eşkera ye ku berê wan li dewletê ye, ji dewletê hêvî dikin ku kurdî, suryankî, ermenkî, erebî û zimanên din yên ku li Kurdistanê hene bi hawayekî resmî bêne naskirin û bibin zimanên perwerdeyê. Gelo tu manayeka vê hêvîyê heye? Ez dibêjim tune ye.

Lê esas tiştê ku bala min kişand ev e, dibêjin “Ji bo parastin û geşkirina ziman û çanda kurdî, pêwîstî bi avakirina yekîtîya neteweyî heye. Xebatên ziman, çand û yekîtîya neteweyî dê hêzê bidin hevûdin.”

Ev îbareya “yekîtîya neteweyî” îfadeyeka xelet e. Kurd neteweyek in, yek in; di warê ‘netewe bûyina’ kurdan de tu kêşeyek tune ye. Û “yekîtîya neteweyî ya kurdan” tiştek e, “yekbûna partîyên siyasî” tiştekî din e! Bêguman di nav kurdan de gelek partî û hereketên siyasî hene ku xwedanê îdeolojî, bername, armanc û pratîkên cihê ne. Ya rastî ev e ku, ev partî di şûna “yekbûnê” de bibin “yekrêz”, yanî di rêzekê de bigihên hev, bi hev re ji bo xizmeta neteweya kurd bixebitibin baştir e.

Ev kesên ku duhî û pêr kom bûne, di axaftina xwe de gotine “Me xebateka berfireh daye pêşîya xwe.” Lê kevira mezin nîşana avêtinê nîne! Di atmosfereka gelek nerm de hivde sal û nîv şaredarî bênavber di destê wan de bûn û ev kesên hanê jî xwedanê selahîyetê bûn, em dev ji xebateka berfireh berdin, xebatên piçûk jî çênebûn, bi qasî weşanxaneyekê jî feydeya wan negihîşt zimanê me.

Dîsa, di axaftina xwe de gotine “Em dikarin devok û zaravên kurdî bi perwerdê bikin yek.” Ez vê bibêjim, tu kêşeya zimanê kurdî bi yekkirina devok û zaravayan nîne. Esas, ev hişmendî û mudaxeleyên muhendîskî yên “yekkirina devok û zaravayan” zerareka wisa mezin dane kurdî, belkî trawmayeka ji qedexekirin û asîmîlasyonê mezintir di gelê me de çêkirine. Ji alîyê din, di hemî zimanên mezin de devok û zarava hene; zimanên ku yekbûna xwe temam kirine jî, ev e dubare li ser devokan dabeş dibin.

Xulase, awayê tevgerînê, gotin û daxuyanîya wan di nav xwe de gelek bi nakokî ye. Ji vê çendê, ez wisa hîs dikim ku ev livandin ji bo tiştekî din e! Çawa ku tê zanîn, van demên dawîyê di rojeva siyasetê de “yekîtîya neteweyî” heye! Esas, çend sal in hewldaneka wisa heye. Tiştê ku dixuye ev e, hereketeka siyasî dixwaze xwe bike şirîkê pêkhateya li Başûr, ku êdî li dinyayê bûye muxatabeka akredîte. Yan jî, dixwaze pêkhateya Başûr bike wekî xwe û meşrûîyeta wê bixine xetereyê, bi vî awayî ji miletên serdest yên xwedan dewlet re behaneya tedaxulê çêbike û wan ji navê bibe. Ez esla naxwazim ev wisa be, lê ji min re guman çêdibin ku di paşperdeya vê livandinê de li jêr perdeya zimên ji bo vê rojevê (yekîtîya neteweyî!) peydakirin û pêkanîna piştgirîyê heye.

Çankanî: Zazaki.net

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin